Girtî: Çareserî, Netewîbûna Demokratîk a Kurd e
Girtî: Çareserî, Netewîbûna Demokratîk a Kurd e
Girtî: Çareserî, Netewîbûna Demokratîk a Kurd e
Girtiyên PKK û PAJK'î, di peyama xwe ya ji bo "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" de destnîşan kirin, ku rêya yekane ya pêkhatina armancên Kurdan, Netewîbûna Demokatîk a gelê Kurd e. Girtiyan dan xuyakirin, ku li pêşiya gelê Kurd, şoreşa Rojhilata Navîn heye.
Li ser navê zêdeyî 10 hezar girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê, peyameke hevpar ji "Konferansa Çareserî û Yekitiyê ya Bakurê Kurdistanê" re şandin û konferans pîroz kirin.
Girtiyan di peyama xwe de ev xal destnîşankirin:
"Raperînên gel ên bi navê Bihara Ereb ji aliyê herkesî ve hat temaşekirin. Di encama van raperînan de dîktatorek ket, lê di şûna wî de dîktatorekî din hat ser desthilatdariyê. Ya girîng û pêwîst, di şûna dîktatorê hate hilweşandinde, avakirina şaristaniyeke li ser bingeha wekhevî û azadiya gelan bû.
Hêza yekane ya ji bo avakirina Pergala Şaristaniya Demokratîk a li Rojhilata Navîn, Kurd û Kurdistan e. Rewşa rojane ya gelê Kurd, karektera dîrokî û rola wê ya îro, vê pêşengiya wê radixe ber çavan.
"STATUYA KURDAN WÊ ROJHILATA NAVÎN JINÛVE DÎZAYN BIKE"
Gelê Kurd, yek ji kêm gelan e ku li Rojhilata Navîn û li gelemperiya cihanê bê statu hatiye hiştin. Ji ber vê yekê, gelê sereke ye ku ji pergala Rojhilata Navîn û ji pergala navnetewî hesab bipirse. Gelê Kurd wê di encama vê hesabpirsîna ji qada navnetewî, statuya xwe bi dest bixe.
Parçebûna Kurdistanê, di tevahiya dîrokê de weke rewşeke neyînî li pêşiya Kurdan bû. Lê belê ev parçebûna wê bi polîtîkayên rast û di cih de, veguhereye avantaj û firsendeke mezin. Statuyeke gelê Kurd qezenç bike, wê yekser nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn jinûve ava bike. Ji ber vê yekê, mifteya pergala nû ya şaristaniyê ya Rojhilata Navîn, di destê gelê Kurd de ye.
"LI PÊŞIYA GELÊ KURD, ŞOREŞA GELEMPERIYA ROJHILATA NAVÎN HEYE"
Li ser vê bingehê tê dîtin, ku li pêşiya gelê Kurd şoreşeke mezin a Rojhilata Navîn heye. Statuya li Başûrê Kurdistanê, şoreşa azadiyê ya li Rojavayê Kurdistanê, têkoşîna azadiyê ya li Bakur û Rohilatê Kurdistanê, serdemek nû ya dîrokî afirandine. Di pêvajoyeke girîng re derbas dibin, ku bi serdema siyaseta demokratîk re pirsgirêka Kurd bi her alî re tê nirxandin û li rêyên çareseriyê tê gerîn. Diyar e ku ev hemû, parçeyên girîng ên şoreşa Rojhilata Navîn a Demokratîk Kurdistana Azad e.
"KCD VÎNA HERÎ BILIND A GELÊ ME YE"
Ji bo Kurdan rêya yekane ya pêkhatina van armancan, Netewîbûna Demokratîk a Kurdan e. Li her devera gelê Kurd lê dijî, li her çar parçeyên Kurdistanê divê em weke gel di nava giyaneke yekîtî û bi hev re de, têbikoşin. Ji ber ku rêya Rojhilata Navîn a Demokratîk û Kurdistana Azad, di Netewîbûna Demokratîk a Gelê Kurd re derbas dibe.
Netewîbûna demokratîk a Rêber Apo afirand, we li ser du bingehan da rûniştandin. Rêbaza rêveberiya xweser; şertê sereke yê netewa demokratîk e. Şertekî din a bi qasî vê ewçend girîng e; sazîbûna rêxistinî ya siyaset û rêxistinên cihêrengiyan e. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya îro em li vê derê li hev kom kir û bingeha van nîqaş û rêxistinbûyînê afirand, vîna bilind a gelê me temsîl dike.
Netewa demokratîk weke civakeke azad, bingeha pêşxistina ziman, welat, aborî û welatiyan e. Cihêrengî û zimanên cûda weke dewlemendiya xwe dibîne. Welatiya azad, mirovê azad ê netewa demokratîk e.
Netewa demokratîk, civaka xweşbînî, lihevkirin û lihevhatinê ye. Li dora pergaleke siyasî ya demokratîk, avabûna çand û feraseteke azadîperest a demokratîk e.
Netewa demokratîk ne tenê yekitiya demokratîk a netewa Kurd e di heman demê de yekitiya gelên Anatolî û Mezopotamyayê ye, yekitiya netewên demokratîk ên Rojhilata Navîn e.
Şîara Rêber Apo ya “Herin Ser Kar!” jî her demê zêdetir jî bo vê demê derbasdar e. Wezîfeyên me pirr, rêya me dirêj e.
Di vê çarçoveyê de di serî de rêberê me yê azadiyê Rêber Apo ku jî êşkencexaneya Îmraliyê de were derxistin û azad bibe, rakirina zext û çanda li ser zimanê Kurd, gihiştina gelê Kurd a statuyê û ev statu bi destûra bingehîn misogerkirin, di asta navneteweyî de dana naskirin, mijara ku gelê Kurd bi avakirina saziyên xwe yên azad-xweser siyaseta xwe ya neteweyî, dîplomasî, aborî û jiyana xwe ya civakî ava bike, Bi peymanên ku hatin çêkirin vekişîna gerîllayan a ber bi Başûrê Kurdistanê ve û gavên ku dewleta Tirk pêwîst tavilê biavêje, wek wezîfeyên bîngehîn li benda me ne. Di pêvajoya ku welatekî nû tê avakirin de xuya ye ku serketin di yekîtiya me, di yekparebûna neteweyî re derbas dibe. Serdemeke nû tê vekirin. Û em, dixwazin ev serdem bibe serdemeke demokratîk. Rêya vê di netewebûyîna Kurd a demokratîk e. Eger ev neteweyîbûn bi ser bikeve rawestgeha yekemîn a em bigihêjînê ku wê Rojhilata Navîn a Demokratîk be, yê qezenc bike wê civakeke dinyayê ya mezin be. Dîrok careke din dîroka gelê Kurd û ya Kurdıstanê tîne bîra wan û ferman dide ku bi hemû heybeta xwe têkoşîna destanî ya 40 salên dawî, wek diyarî xelat bide tevayî mirovatiyê û her welat û gel bi azadiyê tijî bibe.
Bi van hestan ku em gotinên xwe bi dawî dikin, ji ber em ne ligel we ne xemgîniyeke kûr dijîn. Em bawer in hûn hevalên me yên hêja bi tecrûbe, biryardarî û îradeyeke bilind hedefên ku we dane pêşiya xwe bi serketî bi cih bînin. Em dizanin hûn xwedî vê bawerî û îradeyê ne. Divê hûn zanibin em wek hevalên we yên di zîndanan de her dem em ê ligel we bin, wê dilê me her tim bi we re lê bide û divê hûn zanibin ku em ji her demê zêdetir , bi hêz, bi biryar û bi hêvî ne. Em serketina Konferansa we ya Yekîtî û Çareseriyê ya Bakurê Kurdistanê ji niha ve dibînin.”