Girê Til Şeîrê di bin kontrola YPG'ê de ye
Girê Til Şeîrê di bin kontrola YPG'ê de ye
Girê Til Şeîrê di bin kontrola YPG'ê de ye

Şervanên YPG/YPJ'ê yên duh bi şev li eniya rojava ya kantona Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin, girê ku cihekî berfireh a herêmê kontrol dike ji çeteyan paqij kirin û gir xistin bin kontrola xwe. Jêra girê Til Şeîrê ji ber ku deşt e, ev gir herêmeke berfireh kontrol dike.
Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê yên li ser vî girî duh li dijî sivîlên li ser sînor ê li nêzî gundê Til Şeîrê çalakiyên sûîkastê kirin û jineke ciwan a 20 salî birîndar kirin, hêzên YPG/YPJ'ê biryar girtin ku li hemberî çeteyên li vî girî çalakiyê lidar bixin.
Hêzên YPG/YPJ'ê di encama çalakiyê de ber destê sibehê kontrola gir xistin destê xwe. Hat ragihandin ku di çalakiyê de gelek çete hatine kuştin û hin jê jî reviyane. Çekek BKC û gelek fîşekên çeteyan jî hatin desteserkirin. Tê payîn ku di saetên pêş de der barê çalakiya mijara gotinê de çavkaniyên YPG'ê daxuyaniyekê biweşînin.
TEV-DEM Û PYD ÇÛN SERDANA GIR
Piştî rizgarkirina gir, endamê Dîwana Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ehmed Şêxo û gelek endamên PYD'ê çeperên YPG'ê yên li gir ziyaret kirin û şervanên YPG/YPJ'ê pîroz kirin. Êrîşên çeteyan ên bi çekên giran li hemberî gir dewam dikin, lê tê dîtin ku şervanên YPG/YPJ'ê xwedî moraleke bilind in.
Şervanekî YPG'ê yê bi navê Rûbar da xuyakirin ku çalakiya wan nîvê şevê destpê kir û destnîşan kir ku çalakiyên wan wê dewam bikin û çete wê nikarin Kobanê bi dest bixin. Şervanê YPG'ê Rûbar diyar kir ku gir xwedî girîngiyeke stratejîk e û got, "Mîna ku tê dîtin li ser deşteke berfireh e. Di heman demê de li nêzî vir sivîl hene. Xeteriya sûîkastê li hemberî wan heye. Piştî ku me bihîstin duh jineke ciwan bi sûîkastê birîndar bûye, em biryara çalakiyê dan." Şervanên YPG/YPJ'ê destnîşan kirin ku moralê wan di cih de ye û ew ê çalakiyên xwe dewam bikin.
Li aliyê din, balafirên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA, ji duh bi şev û vir ve li başûr û rojhilatê bajêr li gelek nuqteyan dan.
