Gimgim li ser piyan e: Hemû avahiyên dewletê hatin şewitandin
Gimgim li ser piyan e: Hemû avahiyên dewletê hatin şewitandin
Gimgim li ser piyan e: Hemû avahiyên dewletê hatin şewitandin
Welatiyên li navçeya Gimgimê ya ku polîsan ciwanê bi navê Hakan Buksur qetil kirin derketin kolanan û navçe dişewite
Li navçeya Gimgimê ya Mûş polîsan ciwanê bi navê Hakan Buksur qetil kirin û li navçeyê bûyer berdewam dikin û 4 dibistan û saziyên fermî şewitandin. Pevçûnên li navçeyê piştî qetilkirina Buksur hê bêtir zêde bûn û li hemû kuçe û kolanên navçeyê vegeriyan qada şer. Li Taxa Hurriyetê Dibistana Seretayî ya Hurriyetê, Dibistana Navîn a Hurriyetê, Pêşdibistana Hurriyetê, Lîseya Pîşeyî, Navenda Pêşandan û Çandê, PTT û dersxaneya FEM'ê hatin şewatindin.
Pevçûn li tevahiya navçeyê belav bûn û berdewam dikin. Li hemû kolanan bend hatin danîn û gelek polîs li bajarên derdorê hatin navçeyê.