Gilînameya kuştina Apê Mûsa hat amadekirin
Gilînameya kuştina Apê Mûsa hat amadekirin
Gilînameya kuştina Apê Mûsa hat amadekirin
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, lêpirsîna xwe ya li ser kuştina nivîskarê Kurd Mûsa Anter temam kir û gilîname amade kir. Di gilînameyê de ji îtirafkar û cerdevanê berê kujer Hamît Yildirim, endamê kontrgerîla Mahmût Yildirim bi navê kod Yeşîl, îtirafkar û endamê berê yê JÎTEM'ê Abdulkadîr Aygan û sûbay Savaş Gevrekçî, cezayê muebbetê yê girankirî û 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, lêpirsîna xwe ya li ser kuştina nivîskarê Kurd Mûsa Anter ku di sala 1992'an de li Amedê hat qetilkirin, temam kir û gilîname amade kir. Gilîname ji aliyê Cîgiriya Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ku bi xala 10 a Kanûna Têkoşîna li dijî Terorê (TMK) wezîfedar e, hat amadekirin û pêşkêşî 7. Dadgeha Cezayê Giran hat kirin. Di gilînameyê de navên Hamît Yildirim ê par li bajarokê Dêrgul ê Şirnexê hat girtin û radestî mehkemeyê hat kirin, Mahmût Yildirim bi navê kod "Yeşîl", Abdulkadîr Aygan ê der heqê wî de ji ber dozeke din biryara girtinê heye û albayê teqawît Savaş Gevrekçî, weke bersûc cih digirin.
Di gilînameyê de, bi maddeyên 450/4 û 149/1 ên TCK bi Hejmara 765'an, der heqe her yek ji bersûcan de cezayê muebbetê yê girankirî û 20 sal cezayê girtîgehê tê xwestin.
7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, eger piştî lêkolînên xwe gilînameya hatiye amadekirin qebûl bike, wê darizandin destpê bike.
Di gilînameya ji 7. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat pêşkêşkirin de hat bibîrxistin ku ji bersûcan Mahmût Yildirim bi navê kod "Yeşîl" û Azîz Tûran di "Doza JÎTEM'ê" ya li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê dîtin, weke bersûc tên darizandin. Dozgeriyê xwest, gilînameya mijara gotinê bi Doza JÎTEM'ê re bibe yek.