Geveriyan operasyon şermezar kirin

Geveriyan operasyon şermezar kirin

Li Geverê operasyonên leşkerî hatin şermezar kirin. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Nasîl Durmaz diyar kir ku, pêvajoya vediguhere biharê bi pêkanînên OHAL'ê dixwazin ji holê rabikin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrtê operasyonên leşkerî û êrîşên li dijî xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê hatin şermezarkirin. Welatiyên li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev heta duryana girtîgeha kevin meşiyan. Endamê Meclîsa BDP'ê Abîdîn Enîş, Şaredarê Geverê Ercan Bora, Serokê Meclîsa Giştî yê Colemêrgê Ferzende Yilmaz, MEYA-DER, KURDÎ-DER, TUHAD-FERD û gelek welatî tevlî meşê bûn. Di meşê de dowîzên "Ji operasyonên leşkerî û veguhestina leşkerî re na", "Me nû zanî aşitî qereqolan zêde dikin", "Çareseriyek mayinde aşitiyek bi rûmet" û "Polîs hizbûlah hovîtî, ji polîs û hizbullahan re na" hilgirtin.

Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Geverê Naîl Durmaz daxuyanî xwend û diyar kir ku, di "pêvajoya aştiyê" de ya dikeve ser milê PKK û BDP'ê bi cih anî û wiha got: "Ji ber vê yekê divê hikûmet jî ya dikeve ser milê wê pêk bîne. Gelek caran hate gotin, heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin bihar nayê herêmê." Durmaz bal kişand ser bûyerên li Zanîngeha Dîcleyê pêk tên û wiha axivî: "Hêzên tarî careke din li hemberî hêza dînamîk a civakê yanî ciwanan kir. Li Zanîngeha Dîcleyê hêzên tarî yên taşeron dest bi provokasyona kirin û hêzên dewletê jî çav li vê yekê girtin."

Durmaz anî ziman ku, her roj tevgera hewayî û operasyonên leşkerî berdewam dikin û wiha pê de çû: "Li Colemêrgê û navçeyan pêkanînên OHAL'ê pêk tên. Bi vê yekê pêvajoya vedigere biharê sabote dikin."