‘Gerîlayên YJA Star wê ji berxwedana Şengalê re pêşengiyê bikin”

‘Gerîlayên YJA Star wê ji berxwedana Şengalê re pêşengiyê bikin”

Femandariya YJA Star a YJA, diyar kir ku li Şengalê di şerê li hember çeteyên DAIŞ de YJA Star pêşengiyê bike. YJA Star anî ziman ku li dijî revandina 5 hezar jinên Êzidî şerê li hember çeteyên DAIŞ û li ser vî esasî têkoşîn, li Şengalê pêşxistina parastina jinan a li Şengalê û pêkanîna azadiya wan wezîfeya esasî ya gerîlayên YJA Star e. Fermandariya YJA Star da xuyakirin ku di şerê 4 rojên dawî yên li Dîgure 103 çete hatine kuştin.

Fermandaria YJS Star diyar kir ku li Şengalê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ de wê hêzên YJA Star pêşengiyê bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Star got ku li hember komkujiya ji 3’êTebaxê ve li Şengal pêk tê berxwedana gelê Êzidî didome û got, “Di hefteya dawî de li herêma Şengalê li derdora Dîgure di serî de li gelek deveran şer rû didin. Herî dawî li Dîgure 4 rojan bi şev-roj şerekî dijwar rû da. gerîlayên HPG-YJA Star li gelek çeperan Hêrîşên çeteyan şkandine.  Di çarçoveya van êrîşan de gerîlayên HPG, YJA Star û YBŞ’ê berxwedaneke bi lehengî nîşan dane. Armanca êrîşên çeteyên DAIŞ ev e ku korîdora mirovatiyê ya ji Rojava diçe çiyayê Şengalê bigire. Gelê me yê Êzidî yê li çiyayê Şengalê mehkûmî birçîbûne bike û komkujiya nîvçe maye temam bike.”

Fermandariya Biryargeha YJA Star da xuyakirin ku hêzên HPG-YJA Star li Şengalê berxwedaneke destanî pêk tînin û di encama şer û pevçûnên 4 rojan de herî kêm 103 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke hêzên YPG û YPJ’ê em di berpirsiyariya bi rêxistinkirina hêza gel in û li hemberî çeteyên DAIŞ di serî de jin berpirsiyariya me ya parastina gel heye. Bi taybet li hemberî di komkujiya Şengalê de nêzî revandina pênc hezar Kurdên Êzidî bikarin li hemberî çeteyên DAIŞ şer bikin, li Şengalê jinan biparêzin û azadiya wan parastin weke erka sereke ya gerîlayên YJA Star e”  û hat diyar kirin hêzên YJA Star li gelek cihên Şengalê hatine bicihkirin.

Fermandariya YJA Star a Şengal diyar kir di serî de li Şengalê  Êzidî û ji bo hemû gelê Kurdistanê biyardarî û cewheriya îradeya parastina jinan nîşan dane û wiha got: “Bi vî awayî di serî de jin, gelê me yê Ezidî li hemberî vê îradeya mezin a gerîlayên YJA Star nîşan kirine hêvî û baweriyeke mezin çêkiriye û di azadiya xwe de hîn bi bîryartir bûne. Jinên Kurd ji kevneşopiya xwe ya dîrokî hêz digirin li ser xeta Besêyan, Zîlanan, Zarîfeyan, Bêrîtanan û Semayan li hemberî çeteyên DAIŞ berxwedaneke bi biryara ya esîl nîşan dane. Ji ber vê yekê her roja diçe jinên ji aliyê DAIŞ ve tên revandin di her kêliya firsend dibînin de ji destê çeteyan direvin. Li Şengalê yên ev  derfet û îradeya azad a  jinên Êzidî  re çêkirin û derxistiye holê ya hêzên YJA Star in.”

Fermandariya YJA Star a Şengalê got: “Weke gerîlayên YJA Star li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo li hemberî komkujiyên li ser gelê me yê Êzidî, bi nîşandana berxwedan, ji bo rizgarkirina pênc hezar jinên hatin revandin û di azadiya wê de weke erka xwe ya dîrokî û berpirsiyariya xwe dibînin” û li ser zanîsta vê li ser xeta gerîlayên li Şengalê jiyana xwe ji dest dane Genco, Viyan, Armanc, Ronî, Jiyan, Givara de hêzên YBŞ’ê mezin bikin û ji bo parastina gelê Şengalê û azad kirinê di serî de Êzidî, jin û ciwan dawetî di nava refên YBŞ’ê de cih bigirin kir. Fermandariya YJA Star a Şengal li raya giştî li hemberî berxwedana Şengalê hestiyar bin bang kir."