Gerîlayên TÎKKO ji bo Kobanê li Dêrsimê çalakî li dar xistin

Gerîlayên TÎKKO ji bo Kobanê li Dêrsimê çalakî li dar xistin

Gerîlayên TÎKKO li Dêrsimê bi armanca desteka dewleta Tirk a ji çeteyên DAIŞ re şermezar bike li  hember Qereqola Geyîk Suyu bi çekên giran û ferdî çalakiyek li dar xistin.

Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku gerîlayên TÎKKO li hember Qereqola Geyîk Suyu çalakiyek li dar xistine.

Gerîlayên TÎKKO bi armanca piştgiriya dewleta Tirk a dide çeteyên DAIŞ şermezar bike li Dêrsimê li hember Qereqola Geyîk Suyu çalakiyek li dar xistine. NÇR HPG diyar kir ku di çalakiya ku çekên giran û ferdî hatine bikaranîn de agahî nehatine wergirtin û piştî çalakiyê leşkeran bi qasî nîv saetê derdor gulebaran kirine.

NÇR HPG da xuyakirin ku gerîlayên TÎKKO ev çalakî bi armanca şermezarkirina desteka dewleta Tirk a ji çeteyên DAIŞ re û piştevaniya bi berxwedana Kobanê re li dar xistine.