'Gerîlayê PKK'ê Kaban ê birîndar û Şivan ji helîkopterê avêtin'

'Gerîlayê PKK'ê Kaban ê birîndar û Şivan ji helîkopterê avêtin'

Komkujiyên hovane yên dewleta Tirk ên di salên 90 de li dijî gelê Kurd meşand yek bi yek ronî dibin Di fezlekeya Serdozgeriya Komarê ya Qoserê de tê gotin, di 13'ê Hezîrana 1995'an de li bejahiya gundê Kelekê Şemrexê pevçûn derket û di encama pevçûnê de gerîlayê PKK'ê Bedran Kaban birîndar dibe, leşker Kaban û şivanê bi navê Memduh Demîr ji helîkopterê diavêjin.

Li gorî nûçeya DÎHA'yê di fezlekeyê de tê bi bîrxistin ku birayê Memduh Demîr, Habîp Demîr di 21'ê gulana 2010'an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Qoserê dide. Di fezlekeyê de ev agahî cih digirin: "Di 13'ê Hezîrana 1995'an de li bejahiya gundê Kelekê yê Şemrexê, Memduh Demîr li gundê Kelekê şivaniyê dike û wê rojê saet di 11:00'an de di navbera gerîlayên PKK'ê û leşkeran de pevçûn derdikeve û pevçûn heta saet 12:30'an didome. Li gorî agahiyên ku ji cerdevanên Çinara Amedê girtiye, wê rojê gerîlayekî PKK'ê jiyana xwe ji dest dide û yek jî birîndar tê girtin û şivan Memduh Demîr û gerîlayê PKK'ê yê birîndar teslîmî cerdevanên gundê Mîlan a Qoserê dikin. Di 15'ê Gulana 1995'an de piştî ku Memduh Demîr û gerîlayê PKK'ê yê birîndar ji aliyê cerdevanên gundê Mîlan tên kuşti, dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê."

Di fezlekeyê de tê gotin ku piştî serlêdana Habîp Demîr bi dosyaya hejmar "2010/1781" lêpirsîn tê destpêkirin û divê çarçoveyê de ji şaredariya Qoserê re nivîs tê şandin û wiha tê gotin: "Şaredarî di nivîsa bersivê ya 21'ê gulana 2010'an de dibêje li aliyê Başûr yê goristanê de gorên Bedran Kaban "ji dayikbûn 1972" û Memduh Uner dîroka mirinê "13 hezîran 1995", hatine tespîtkirin." Di fezlekeyê de tê gotin ku berê biryar tê girtin ku goristan bên vekirin û piştre pêwîstî ji bo vekirina goristanê nayê dîtin. 

ŞIVAN KIRIN GERÎLAYÊ PKK'Ê

Di fezlekeyê tê bibîrxistin ku Serdozgariya Komarê ya Qoserê der barê mijarê lêpirsîn dide vekirin û Serdozgeriya Komarê ya DGM'a Amedê biryara bêpeywirdariyê dide û wekî hincet jî tê gotin ku şivan Memduh Demîr gerîlayê PKK'ê yê , navê kod yê 'Devran' bi kar tîne, dema ku şikeftê nîşan didin mayîn diteqe û jiyana xwe ji dest dide. Lê di fezlekeyê de tê gotin ku her du kes jî bi guleyê hatine kuştin.

DOSYA TINE KIRIN!

Di fezlekeyê de tê gotin ku piştî bêpeywirdariyê biryara hewceyî lêpirsînê nîne tê dayîn. Di îfadeya sercerdevan Bahrî Okra de tê gotin ku Albay Eşref, gerîlayê PKK'ê yê birîndar û Memduh ji helîkopterê avêtiye. Di îfadeyê de tê gotin ku di encama pevçûnê de gerîlayekî PKK'ê jiyana xwe ji dest dide û gerîlayekî PKK'ê jî birîndar tê girtin û şivan nedişibiya gerîlayê PKK'ê, ji bo Eşref Albay şivan nekuje vedişêrin û piştî ku Albay hîn dibe zarok veşartine hêrsa xwe li wan tîne. Piştre Eşref Albay şivan û gerîlayê PKK'ê yê birîndar li Helîkopterê siwar dike û piştre ustegmen ji cerdevan re dibêje bi fermana Albay, şivan û gerîlayê PKK'ê yê birîndar ji Helîkopterê avêtine.