Gerîlayê PJAK'ê Yaman li Wêranşarê hat bîranîn
Gerîlayê PJAK'ê Yaman li Wêranşarê hat bîranîn
Gerîlayê PJAK'ê Yaman li Wêranşarê hat bîranîn
Gerîlayê PJAK'ê Îsmaîl Yaman (Dijrabûn Şahan) ê di şerekî sala 2011'an de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Riha Wêranşarê hat bîranîn. Ji bo Yaman li avahiya BDP'ê ya Navçeyê mewlûd hat dayîn.
Gerîlayê PJAK'ê Îsmaîl Yaman (Dijrabûn Şahan) ê di şerekî sala 2011'an de li Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da, li navçeya Riha Wêranşarê hat bîranîn. Merasîma bîranînê li Salona Konferansê ya Fethî Yildirim a li avahiya BDP'ê ya navçeyê pêk hat û li gel Cîgirê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Bûrûn, Hevserokê BDP'ê yê Navçeyê Servet Kiliç û Halîs Atkaş, Rêveberên BDP'ê yê Navçeyê, nivîskar Hadî Kûranlioglû, malbata Yaman û gelek kes amade bûn. Salona bîranînê bi alên PKK, HPG, wêneyên gerîlayên PKK û YPG'ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xemilandin. Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Dûre ji bo Yaman û hevalên wî mewlûd hat dayîn. Dûre, li ser jiyana Îsmaîl Yaman, sînevîzyon hat nîşandan.
Di merasîma bîranînê de li beşdaran şekir û loqim hatin belavkirin.