Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Gerîlayan 4’ê Nîsanê pîroz kir
Li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didome. Yek ji fermandarê gerîla Rûheyv Efrîn ku tevli pîrozbahiyan bû got; “Îro di şexsê Rêber Apo de bi milyonan mirov di xeta azadiyê de meşa azadiyê dimeşîne.
Pîrozbahiya kul i Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk hat gelek gerîlayên HPG û YJA-Starê tevli bûn. Fermandara gerîlayan Rûheyv Efrîn rojbûna Ocalan li hemû gelê kurd, dayikên kurd û gelên cîhanê pîroz kir.
Rûheyv anî ziman ku rojbûna Ocalan 4’ê Nîsanê di şexsê Ocalan de wek vejîneke nû, zayîneke nû digire dest û wihagot: “Rojbûna Rêberê Kurd li her derê bi heyecan tê pîrozkirin. Îro gelê me, ligel hemû êrîşên dewleta tirk, li gundê Amara dicive. Her sal ev tevlibûn û xwedî lêderketin zêde dibe.”
Ruheyv da zanîn ku bi pêşengiya Rêber Apo bi mîlyonan kes bi xeta azadiyê de meşa azadiyê didomîne û wiha pê de çû: “Bi taybet jî bi hezaran jinên kurd li çiyayan û hemû cîhanê bi keda Rêber Apo dimeşin. Gelê me di xeta azadiyê de berbi serkeftinê dimeşe. Îro dema em dinêrin hinek kes ji azadiyê ditirsin. Li dijî meşa azadiyê derdikevin. Îro hmû cîhan têkoşîna mafdar ya Rêber Apo dibîne û dişopîne. Rêber Apo isbat kir ku di şexsê wî de tevgera PKK’ê pêngavên mezin diavêje. Her çiqas belavî demeke dirêj bibe jî her çiqas bedelên mezin hatibin dayîn, îro xwe li cîhanê qebûl kirin.e Ji ber ku azadiya gelê kurd, azadiya gelên cîhanê ye.
Rûheyv destnîşan kir ku Ocalan li Îmrali di nava çar dîwran de tê girtin û got: “Rêber Apo din ava çar dîwaran de jî hemû cîhan razî kiriye. Îro pêngavên tên avêtin pêngavên gelê kurde. Êdî kes nekare bêje gelê kurd tune. ger îro li hemû cîhan û gundê Amara rojbûna Rêber Apo tê pîrozkirin, ev heq kiriye. Em lig ora Rêber Apo bibin xelek û rojbûna wî pîroz bikin.”
Piştî axaftinan pasteya ji bo Ocalan hatibû amadekirin, hat birîn. gerîlayan piştre govend greandin û dar çandin.