Gerîlaya HPG’ê Axîn Goyî li wargehê hat bîranîn

Gerîlaya HPG’ê Axîn Goyî li wargehê hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Gerîllaya HPG’ê Gulperî Bîlen (Axîn Goyî) ya di sala 2012’an de li çiyayê Çiravê jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hat bîranîn. Di bîranînê de ku xizmên Bîlen jî amade bûn derbarê kesayet û jiyana gerîllaya HPG’ê de axaftin hatin kirin.

Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargehê Gerîllaya HPG’ê Gulperî Bîlen (Axîn Goyî) ya li çiyayê Çiravê bi du hevalên xwe yên di sala 2012’an de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyên wan ji aliyê gerîlayên li ser esasê Meşa Azadiyê vedikişin hatibûn dîtin û teslîmî gel hatibûn kirin, bi merasîmekê hat bîranîn. Bîranîn saet 08.00’an bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan ku destpê kir, Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar sicîla gerîlaya HPG’ê Axîn Goyî xwend. Piştî xwendina sicîlê Endama Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargehê Mamoste Dîcle Efrîn derbarê jiyan û têkoşîna gerîla Axîn de axivî û got, “Bi saya şehîdên Kurdistan, gelê Kurd ber bi azadiyê ve merheleyên pir zehmet derbaz kirin û îro ber bi azadiyê ve bêtereddût bimeşe. Şehîdên me her tim ji bo welat û gelê me bûn hêz û cesaret lewma em dê timî bi wan re bimeşin û tu carî em dê wan ji bîr nekin.”

Di merasimê de xalê gerîla Axîn Ubeyd Bîlen jî got ku, Axîn her tim dilsozê xak û gelê xwe bû û wiha berdewam kir: “Heval Axîn ne tenê şehîda me ye. Şehîda tevayî gelê Kurdistanê ye û em dibêjin, serê Rêber Apo, gerîla û gelê Kurd sax be.”

 Piştî axaftinan merasim bi dirûşmayên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.”