Gerîla Savaş û hevalên wî hatin bîranîn
Gerîla Savaş û hevalên wî hatin bîranîn
Gerîla Savaş û hevalên wî hatin bîranîn
Ji bo gerîlayê HPG’ê Nusretîn Er (Savaş Amed) û 8 hevalê wî li gundê Sergewra yê navçeya Bismilê ya Amedê bîranîna pêk hat û mewlûd hate dayîn.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Nusretîn Er (Savaş Amed) û 8 hevalê wî yên ku 9 Nîsana 2008’an de li herema 9 Kayalar a Dêrsimê di endam pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabûn, li gundê Sergewra yê navçeya Bismilê ya Amedê bîranîna pêk hat û mewlûd hate dayîn. Bîranîn û dayîna mewlûdê li ber mala malbata Er pêk hat û endamên malbatê, rêveberên MEYA-DER’ê yên Êlihê û Sêrtê amade bûn.
Di bîranînê de posterê Er û wêneyê wî û 8 hevalê wî û pankarta “Di salvegera bîranîna te de em hemû şehîdên Kurdîstanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber giyanên wan ên pîroz ditewînin” hate daliqandin. Di bîranînê de ya herî balkeş jî ew bû xwendina mewlûda kurdî ji aliyê feqiyên mederesa gund ve hate xwendin. Piştî xwendina mewlûdê fatîha û dua xwendin û ji bo welatiyê tevlî bîranîn bûn xwarina mewlûdê hate dayîn.
Piştî xwarinê birayê Er Bîlal Er ji bo bîranîna birayê xwe wiha vegot: “Beriya her tiştî di jiyana birayê min de hezkirina çiyayên Dêrsimê hebû. Hezkirin û evîna mezin a çiyayan di dilê wî de hebû. Evîndarê dozê bû û herî dawî li çiyayên hezdikir şehît ket. Em ê her sal bîranîna wî pêk tînin û em ê bînin jî. Em ê her tim li ser şopa wî hevalê wî bi meşin.”
Pişt re rêveberê MEYA-DER û malbat çûn ser goristanê û gora Er ziyaret kirin.