Gergedanên li Afrîkayê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû ne

Gergedanên Afrîkayê ku ji sedî 70 li Başûrê Afrîkayê dijîn, ji ber bazirganiyê tên qetilkirin. Ev qetilkirina pêşî lê nayê girtin, dibe sedem ku gergedanên Afrîkayê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû bimînin.

Gergedanên Afrîkayê ku ji sedî 70 li Başûrê Afrîkayê dijîn, ji ber bazirganiyê tên qetilkirin. Ev qetilkirina pêşî lê nayê girtin, dibe sedem ku gergedanên Afrîkayê bi xeteriya tinebûnê re rû bi rû bimînin.

Li Başûrê Afrîkayê di sala 2013'an de 1000, di sala 2014'an de jî 1.200 gergedan hatibûn qetilkirin. Tê texmînkirin ku ev hejmar di sala 2015'an de zêdetir bûye. Tê gotin ku eger tedbîr neyên girtin wê di nava 10 salên pêş de temamiya gergedanên li Başûrê Afrîkayê tine bibin.

Gergedanên li Afrîkayê di tipa kevneşop a Çîn û Vîetnamê de tên bikaranîn. Di van qetlîamên li Afrîka û hemû parzemînan de, qloçên gergedanan tên jêkirin. Ji sedî 70 ê van qloçan ji van her du welatan re tên firotin.

Pisporên tipa kevneşop ên Çîn û Vîetnamî, toza ji qloçê gergedan bi dest dixin, ji bo kêmkirina sincirîna canê mirovan, kêmkirina kanserê, sekinandina xwîna ji bêvilê diherike û li hemberî bêhêziyê bi kar tînin.

Li gorî lêkolînan, kîloyê toza ji qloçê gergedan tê bi destxisitn, bi 60 hezar dolarî tê firotin.

Ji bilî Başûrê Afrîkayê li welatên din ên gergedan lê dijîn, ji bo pêşî li van qetlîaman were girtin, pêkanînên giran xistine meriyetê. Çend meh berê, 4 welatiyên Çînî yên li Tanzanyayê, ji ber ku 11 qloçên gergedan li ser wan hatibûn dîtin, 20 sal cezayê girtîgehê li wan hatibû birîn.

Tê zanîn ku gergedan nêzî 50 mîlyon sal in li Afrîkayê dijîn.