Gelo lêpirsîna Bagdû wê bişibe ya Aras?
Gelo lêpirsîna Bagdû wê bişibe ya Aras?
Gelo lêpirsîna Bagdû wê bişibe ya Aras?
Di ser qetilkirina kedkarê çapemeniya azad Kadrî Bagdû re hefteyek derbas bû. Lê belê di lêpirsîna cînayetê de hînê gavek jî bi pêş ve nehatiye avêtin. Heta roja îro bi tenê îfadeya zarokekî şahidê bûyerê hatiye girtin. Parêzer Vedat Ozkan da xuyakirin ku gumanên wan hene, mîna bûyera Îbrahîm Aras ê beriya 5 mehan hat qetilkirin, ev bûyer jî kiryar nediyar bimîne.
Belavkarê rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kedkarê çapemeniya Kurd Kadrî Bagdû, di 14'ê Cotmehê de li navçeya Edene Seyhanê bi roj, di dema belavkirina rojnameyê de rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî îfdeya zarokê şahid ê 13 salî, Bagdû ji aliyê du kesên kask li serî bûn, rûyê wan bi maske girtî bûn û li ser motorsîkleteke sor a bi marqeya "Yamaha" bûn, hat qetilkirin.
Tevî ku zarokê şahid li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê îfade da jî, dozgeriyê heta roja îro tiştek nekiriye.
QEYDÊN KAMERA JÎ NEHATIN KOMKIRIN
Parêzerê ÎHD'yî Vedat Ozkan ji ANF'ê re axivî û got, "Diviyabû polîsan di wê rojê de dîmenên hemû kamerayên MOBESE û yên li kargehên li herêma Seyhanê kom bikira û kesên motorsîkleta sor a bi marqa 'Yamaha' bikar tînin lêkolîn bikira, lê belê tevî ku hefteyek di ser re derbas bûye jî hînê tiştek nehatiye kirin."
Ozkan ragihand ku di dema hevdîtinan de rayedarên polîsan û dozgeriyê soza "ev cînayet wê bê ronîkirin" dane wan û got, "Lê belê tevî vê sozê jî heta roja îro tiştek nehatiye kirin."
GELO WÊ BIBE MÎNA CÎNAYETA ÎBRAHÎM ARAS?
Parêzer Ozkan cînayeta Îbrahîm Aras bibîr xist û got, "Polîs xwedî teknolojiyeke xurt e. Xwedî teknolojî û wê derfetê ye ku dikare vê cînayeta rojê li nava kolanê hatiye kirin, ronî bike. Kengî cînayetên bi vî rengî ronî dibe, hingî dilê civakê rehet dibe. Lê belê tevî ku di ser re 6 roj derbas bûne jî hînê nehatiye ronîkirin û ev yek gumanan zêde dike ku wê weke bûyereke kuştinê ya kiryar nediyar bimîne."
Li Edeneyê, di Hezîrana derbasbûyî de zarokê 15 salî Îbrahîm Aras, bi bombeya deng a polîsan jiyana xwe ji dest dabû. Tevî ku di ser cînayetê re 5 meh derbas bûne jî, di lêpirsînê de pêşketinek nîne.