Gelo alavên leşkerê ji Swîsreyê diçin ji DAIŞ'ê re?

Li Swîsreyê, ku ji sala 2009'an û vir ve firotina çek û cebilxaneyan ji hin welatan re qedexe ye, hin alavên leşkerî ji welatên destekê didin DAIŞ'ê re hatin firotin.

Swîsreyê bi buhayê 5,5 mîlyon frankî alavên leşkerî di sala 2015'an de firot ji Erebîstana Siûdî re, ku destekê dide DAIŞ'ê. 

Li Swîsreyê, ku ji sala 2009'an û vir ve firotina çek û cebilxaneyan ji hin welatan re qedexe ye, hin alavên leşkerî ji welatên destekê didin DAIŞ'ê re hatin firotin. Swîsreyê bi buhayê 5,5 mîlyon frankî alavên leşkerî di sala 2015'an de firot ji Erebîstana Siûdî re, ku destekê dide DAIŞ'ê. Vê bazirganiya navbera Swîsre û Erebîstana Siûdî, di çapemeniya li vî welatî de deng veda û rê li ber nîqaşan vekir.

DI SALA 2015'AN DE JI EREBÎSTANA SIÛDÎ RE BI BUHAYÊ 5,5 MÎLYONÎ ALAVÊN ŞER HATIN FIROTIN

Swîsre ku piştî Emaretên Ereb ên yekbûyî, duyemîn şirîkê îxracatê ye ji bo Erebîstana Siûdî, di sala 2014'an de bi Erebîstana Siûdî re bazirganiyek ji 4,6 mîlyon frankî kir. Di sala 2015'an de bi tenê ji aliyê alavên leşkerî ve ev hejmar gihîşt 5,5 mîlyon frankî. Vê yekê rê li ber hin pirsan vekir.

Sekreterya Aboriya Dewletê ya Swîsreyê (SECO) ji sala 2009'an û vir ve destûrê nade firotina çek û cebilxaneyan ji bo Erebîstana Siûdî. Lê belê firotina cebilxane û parçeyên yedek ên beriya sala 2009'an hatibû kirîn, dewam dike.

BERDEVKÊ SECO: DIVÊ PEYMAN BI CIH WERIN ANÎN

Berdevkê SECO Fabîen Maîenfîsch li ser mijarê ji çapemeniya Swîsreyê re axivî û anî ziman ku divê Swîsre li gorî peymanên bazirganiyê tevbigere. Maîenfîsch diyar kir ku eger li gorî peymanan tevnegere, dibe ku li hemberî Swîsreyê doz were vekirin.

Maîenfîsch da xuyakirin, ku tevî qedexeya îxracatê jî hikûmeta federal di mijara firotina alavên şer de bi nermî tevdigere û got, "Beriya du mehan balafira barkêşî ya artêşa Siûdî hat Swîsreyê û ji vir çek û cebilxane bi xwe re bir. Ev teslîmat hînê di statîstîkên 2015'an de cih nagire."

Maîenfîsch anî ziman ku alavên leşkerî û şer ên hatine firotin, cebilxane yan jî alavên şer ên beriya sala 2009'an ji Erebîstana Siûdî re hatine firotin e.

Maîenfîsch da zanîn ku Erebîstana Siûdî di sala 2011'an de bi tankên zirxî yên bi tîma Pîranha yên ji Swîsreyê kirîbû, ketibû Bahreynê.