Gelê Silêmaniyê ji bo Kobanê li ser piya bû
Gelê Silêmaniyê ji bo Kobanê li ser piya bû
Gelê Silêmaniyê ji bo Kobanê li ser piya bû
Li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê û piştgiriya ji berxwedana Kobanê re gelê Silêmaniyê îro jî xwepêşandanek li dar xist.
Bi pêşengiya gelek sazî û rêxistinên bajarê Silêmaniyê îro saet, 16:00’an li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî kantona Kobanê û piştgiriya ji berxwedana Kobanê re xwepêşandanek bi girseyî hat lidarxistin. Bi sedan kes li ber Baxê Giştî heta dergehê Sera meşiyan. Di xwepêşandanê de gelek peyam û daxuyanî ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê hatin xwendin.
Di daxuyaniyan de ji Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hat xwestin ku ji bo desteka ji Kobanê re di demek nêz de bikeve nava liv û tevgerê, her wiha hebûna hemû Kantonên Rojava ji aliyê parlamentoyê ve bi fermî bêne naskirin.
Xwepêşandan bi dirûşmayên “Kobanê, Kobanê, tu remza berxwedanî” û “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” bi dawî bû.