Gelê Patnosê ji hukûmetê re got ‘Gav biavêje’
Gelê Patnosê ji hukûmetê re got ‘Gav biavêje’
Gelê Patnosê ji hukûmetê re got ‘Gav biavêje’
Di çarçoveya kampanyaya "Hukûmet gav biavêje” de li Patnosê aktîvîteyek hat lidarxistin. Di axaftinên de hat xwestin ku hukûmet têkildarî pêvajoyê gavan biavêje.
Rêxistina navçeya Patnos a BDP’ê, di çarçoveya kampanyaya "Hukûmet gav biavêje” de di konê fitarê de aktîvîteyek li dar xist. Di aktîvîteya ku bi xwarina fitarê re hat organîzekirin ligel gelek hemwelatiyan, Parlamenterê Agirî yê BDP’ê Xelîl Aksoy, Serokê Rêxistina BDP’ê yê Agirî Xelef Keklîk, Şaredarê Patnos Mahmut Yildiz, Nûnerên Saziyên Civaka Sivîl û nûnerên bajêr û navçeyan ên BDP’ê tevlî bûn. Li Baxçeyê ku aktîvîte lê hat lidarxistin pankartên, "Tenduristiya te tenduristiya me, hebûna te jiyana me ye”, "Azadiya Rêbertî azadiya gelê Kurd e”, "Em Şoreşa Rojava silav dikin" hatin daliqandin.
Serokê Rêxistina Agirî yê BDP’ê Xelef Keklîk di axaftina xwe de da xuyakirin ku divê hukûmet êdî gavên ciddî biavêje û wiha berdewam kir: "Heqê tu kesî nîn e gelê Kurd mijûl bike. Divê gasvên pêwîst keliyekê beriya kêliyekê werin avêtin.”
Piştî Keklîk Parlamenterê Agirî yê BDP’ê Xelîl Aksoy jî anî ziman ku di Şoreşa Rojava de yekîtiya ku gelê Kurd nîşan daye hatine roja îro û êdî wextê yekîtiya gelê Kurd hatiye. Aksoy, di axaftina xwe de ji gelê Kurd xwest di mijara tenduristiya Rêberê Gelê Kurd de hîn zêdetir hişyar bin û got, "Eger tiştek bi Ocalan were wê Kurd dunyayê bikin zîndan. Divê her kes vê zanibe.” Piştî fitarê bi fîşekên hewayî salvegera “Şoreşa Rojava” hat pîrozkirin.