Gelê Licê ji bo Kobanê herikîn kolanan

Gelê Licê ji bo Kobanê herikîn kolanan

Piştî êrîşên li hember Kobanê li navçeya Licê ya Amedê ku gel bi çekan derket kolanan, çalakiyên li navçeyê didomin. Hin dibistanên li navçeyê ji aliyê çalakvanan ve hatin şewitandin û bombeya deng avêtin Tabûra Tobçu.

Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê dijwar bûn gel bi çekan derket kolanan. Welatiyên li cade û kolanan bend danîn û agir pêxistin gule berdan hewayê. Ciwanên ku piştî demekê li nav taxan belav bûn dibistanên navçeyê û saloneke sporê bi molotofan şewitandin.

Li yek ji dibistanên ku hat şewitandin peykerê Ataturk ê li Dibistana Seretayî Bahtiyar Aydin ji aliyê ciwanan ve ji cihê wê hat hilkirin. Komek ciwan jî bombeya deng avêtin Tabura Topçu ya di ketina navçeyê de.

Welatiyên li kolanan ku hê jî xwepêşandanên xwe didomînin.

Leşker û polîs jî ji nîzamiyên xwe derneketin.