Gelê Ebexê ji hukûmetê re got: 'Gav biavêje'
Gelê Ebexê ji hukûmetê re got: 'Gav biavêje'
Gelê Ebexê ji hukûmetê re got: 'Gav biavêje'
Li navçeya Ebexê ya Wanê ji bo pêşveçûna "Pêvajoya çareseriyê" banga "Hukûmet gav biavêje" hat kirin.
Rêxistina Navçeya BDP'ê ya Ebexê di çarçoveya kampanyaya "Hukûmet gav biavêje" ya ji aliyê Navenda Giştî ya BDP'ê ve hatiye destpêkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî li ber avahiya BDP'ê ya Ebexê hat dayîn, ligel welatiyan, Serokê Rexistina BDP'ê ya Ebexê Abbas Atsak û rêveberên BDP'ê tevlî bûn.
Daxuyanî ji aliyê Atsak ve hat dayîn, Atsak bal kişand ser nêzîkatiya hukûmeta AKP'ê ya nêyênî û wiha axivî: "Pêwîst e di demeke kurt de hukûmet gav biavêje, ev gavên ku bên avêtin divê gavên berbiçav bin, gavên wisa bin ku gel pê bawer be. Pêvajoya çareseriya demokratîk a ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, bi mehane cenaze nayên. Ji vê yekê baştir tiştek heye? Dayik êdî rondikan nabarînin. Lê belê ev gav ji aliyên Kurdan ve hatin avêtin, heya niha hukûmetê yek gav jî ne avêtiye. Ji ber vê yekê em helwesta hukûmeta AKP'ê şermezar dikin."
'TENDÛRISTIYA BIRÊZ OCALAN TENDÛRISTIYA ME YE'
Atsak bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: "Der barê tenduristiya birêz Abdullah Ocalan de gumanên me hene, em di nava gumanbariyê de ne. Pêwîst e heyetek serbixwe ya bijîşkan biçe Girava Îmraliyê û birêz Ocalan di nexweşxaneyeke baş de derman bikin. Daxuyaniya Wezareta Dadê baweriyê nade me. Dewlet gavan navêje, hukûmet gavan navêje û pêvajo tê xitimandin. Dema pêvajo xera bibe kes ji bûyerên ku pêk bên ne berpirsyar e û kes nikare ji bin vê yekê derkeve. Herî dawî ez yekemîn salvegera 'Şoreşa Rojava' silav dikim û ji hemû gelê Rojava re silav û rêz."