Gelê Danîmarkayê ji hevkariya YE û polîs-dadgeriyê re got 'na'

Li Danîmarkayê, pêşnûmeya referandûmê ya li ser hevkariya welatên Yekîtiya Ewropa (YE) bi saziyên polîs-dadgerî re, hat redkirin.

Li Danîmarkayê, pêşnûmeya referandûmê ya li ser hevkariya welatên Yekîtiya Ewropa (YE) bi saziyên polîs-dadgerî re, hat redkirin.

Referandûma ku partiyên dijberê YE propaganda 'na' dimeşandin, desteka ji sedî 47 a gel wergirt. Tevî bangên Serokwezîr Lars Lokke Rasmûssen ên ji bo 'erê'kirinê jî, pêşnûmeya li ser hevkariya welatên Yekîtiya Ewropa bi saziyên polîs û dadgeriyê re hat redkirin.

Serokwezîr Rasmûssen ji bo encamên referandûmê got, "Gelê Danîmarkayê xwe jie ncamên hevkariya mijareke girîng a weke ewlekariyê de, vegirtiye." Rasmûssen ragihand ku ev encam dikare weke dijberiya Yekîtiya Ewropa jî bê bilêvkirin.

Bi redkirina referandûmê re pêşî li hevkariya li hin qadan a polîsên Danîmarkayê bi Rêxistina Polîsên Ewropayê (Europol) re hat girtin.