Gel û gerîla bi hev re rojbûna Ocalan pîroz kir

Gel û gerîla bi hev re rojbûna Ocalan pîroz kir

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi beşdariya gerîlayên HPG û YJA-Starê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Tevî malbatên gerîlayên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, fermandarên gerîlayan jî tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ji fermandarên YJA-Starê Deniz Dêrsim axaftinek kir û diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gerîla, gelê Kurd û jinên Kurd xwedî wateyeke kûr e.
Dêrsim bal kişand ku ji ber ku gelê Kurd bikare bi ziman û çanda xwe re bijî derketiye serê çiyayan û got: “Me ji bo azadiya xwe dest bi şer kir û dest bi têkoşînê kir. Ji ber vê jî rojbûna Rêber Apo ji bo me vejîneke nû ye.”

Pişt axaftina Dêrsimê gerîlayên HPG û YJA-Starê dirûşimên “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne ey Serok”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” qêriyan.

Her wiha, ji malbatên gerîlayan ên ku tevlî pîrozbahiyê bûn dayikek ku zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kiriye axaftinek kir.

Piştî axaftinana  gerîlayan pasteya ji bo rojbûna Ocalan hatibû amadekirin birîn û şitilên daran çandin. Şahiya gerîlayan bi dirûşiman bi dawî bû.