Gel tevî êrîşên DAIŞ û polîsan jî heta sibehê nobet girt
Gel tevî êrîşên DAIŞ û polîsan jî heta sibehê nobet girt
Gel tevî êrîşên DAIŞ û polîsan jî heta sibehê nobet girt
Welatiyên li sînor nobetê digirin duh li gel êrîşên topên hewanê yên çeteyên DAIŞ'ê û êrîşên polîs û leşkeran ên bi ava şid û bombeyên gazê, gef û talûkeyan heya serê sibê nobeta berxwedanê berdewam kirin. Gefên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser Pirsûsê berdewam dikin û şevê din jî li gundê Etmanekê bi çekan girse gulebaran kirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi çekên giran û alîkariyên derdorê didome û berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê jî bi derfetên kêm berdewam dike. Êrîşên li başûr, rojava û başûrê rojava yên Kobanê dijwar bûn şevê bênavber berdewam kirin û dem dem gelekî dijwar bûn.
Welatiyên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatin sînor û nobeta berxwedanê digirin li ser sînor çalakiya xwe didomînin. Duh polîs û leşkeran bi hinceta ewlehiya can tuneye û xwestin qadê vala bikin bi bombeyên gazê û ava şid êrîş li welatiyan kir lê welatiyan gundê Etmanekê terk nekirin. Li gel hemû êrîşan welatiyan nobeta xwe berdewam kir û pevçûnên dijwar bûn dem dem bi tirs û dem dem jî bi dûrşmayên "Bijî Berxwedana YPG'ê" bi hêvî şopandin.
Welatiyên di nobetê de ji ber tevgera hewayî ya seat di 02.10'an de destpê kir û bêbandor berdewam kir bertek nîşanî dewletên di koalîsyonê de cih digirin da û li ser vê yekê nîqaş meşandin.
Welatiyên li gundê Etmanekê nobet digirtin û pevçûn dişopandin ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin gulebarankirin û bi şans tu kes birîndar nebûn. Li gel êrîşa çeteyan welatî li cihê nobetê neçûn û heya serê sibê nobeta xwe berdewam kirin. Welatiyên bi rojan in li sînor in û nobetê digirin hinek li mizgefta gund bêhna xwe dan û hinekan jî agir dadan û heya serê sibê li ser piyan man.
Berxwedana li gundên Dewşan, Boydê, Alizer jî heya serê sibê berdewam kir. Ji ber ku li gundê Dewşen girse zêde bû hemû sînor girt.
Di serî de gundê Etmanek û xebata sînor bi hinceta ewlehiyê tê valakirin û hatina welatiyan jî li Pirsûsê hate astengkirin. Ji bilî kesên ji Pirsûsê nebin destûrê nadin tu kesên din.