Gel li Pirsûsê rastî êrîşê hat

Gel li Pirsûsê rastî êrîşê hat

Li Pirsûsê li qada jora Parka Suleyman Şah a pevçûnên li Kobanê tên şopandin piştî ku welatiyan li dijî hin saziyên çapemeniyê nerazîbûn nîşan dan polîsan êrîş kir.

Li Pirsûsê li qada jora Parka Suleyman Şah a pevçûnên li Kobanê tên şopandin piştî ku welatiyan li dijî hin saziyên çapemeniyê ji ber ku weşangeriya bêalî nakin nerazîbûn nîşan dan. Piştî nîqaş zêde bûn leşker û polîsan bi bombeyên gazê êrîşî gel kirin. Bombeya gazê ya ku hate avêtin bandor li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz, Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu kir.
Gelek wesayîtên weşana zindî ji qadê hatin dûrxistin û êrîşa leşker û polîsan a bi bombeyên gazê hê jî didome.

Gel li Pirsûsê rastî êrîşê hat