Gel li Cizîrê, Silopiya û Amedê li kolanan e

Gel li Cizîrê, Silopiya û Amedê li kolanan e

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê li navçeyên Cizîrê û Silopiyayê yên Şirnexê gel derket kolanan û gule reşandin hewayê. Li Amedê jî meşek hat lidarxistin.

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ vê êvarê bi sedan welatî  li navçeya Yenîşehîr derketin kolanan û çalakiyek li dar xistin. Di meşa li Kolana Cafeler de dirûşmayên, "Bimire DAIŞ, hevkar AKP”, “Bijî berxwedana YPG” gotin.

Li navçeyên Cizîrê û Silopiyayê yên Şirnexê danê êvarî bi hezaran kesên derketin kolanan, çeteyên DAIŞ şermezar kirin. Bi hezaran kesên ku agir pêxistin û rê li trafîkê girtin, li navçeya Cizîrê jî gel bi bi çekan ji malên xwe gule berdan hewayê. Li Cizîrê ku bi hezaran gule hatin berdan gel li navçeyê bi wesayîtan digerin û dirûşmayên dilsoziya bi YPG’ê re gotin.

Li navçeyên Cizîrê û Silopiyayê xwepêşandan didomin.