Gel di nobeda berxwedanê ya li ser sînor de bi israr e
Gel di nobeda berxwedanê ya li ser sînor de bi israr e
Gel di nobeda berxwedanê ya li ser sînor de bi israr e

Çalakiya nobedê ya li ser xeta sînorê Kobanê-Pirsûsê di roja 29. de di nav rewşa dijwar a pevçûnan de tevahiya şevê dewam kir.
Bi armanca piştgirîdayîna Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê berxwedaneke dîrokî nîşan dide, bi hezaran kesên ji gelek bajar û herêmên Kurdistanê tevlî nobeda berxwedanê bûn, li gundên Mahser û Miseynter ê Pirsûsê tevahiya şevê nobed girtin.
Li dû şikandina êrîşên çeteyan li eniyên rojhilat û rojava, piştî ku hat bihîst hêzêN YPG/YPJ'ê li aliyê başûr jî êrîşên çeteyan bêbandor kirine, bi hezaran çalakgerên nobedê ketin nava kêfxweşiyeke mezin. Balafirên şer ên hêzên kaolîsyonê jî li dû şerekî dijwar ê tevahiya şevê dewam kir, ber destê sibê êrîşa hewayî kirin û di encamê de teqînên mezin rû dan. Ji nuqteyên hatin bombebekirin demeke dirêj dûxan rabû.
