Gel ber bi mizgefta Qasimo ve diherike
Gel ber bi mizgefta Qasimo ve diherike
Gel ber bi mizgefta Qasimo ve diherike
Piştî ku cenazeyên şervanên YPG’ê Şiyar Qamişlo, Murad Qamişlo û Delîl Qamişlo anîn Mizgefta Qasimo, gel jî bo tevlî meras’mê bibe, berê xwe da mizgeftê. Merasim wê di demjimêrên êvarê de bê lidarxistin, lê tevî hewayê gelekî gerim jî girse li pêşiya mizgeftê kom bûye.
Ji serê sibê ve bi dehan kes li ber Mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî ku cenazeyên şervanên YPG᾿ê Şiyar Qamişlo, Murad Qamişlo û Delîl Qamişlo lêne, kom bûn. Tevî hewayê gerim jî herikîna welatiyan a ber mizgeftê didome.
Cenazeyên şervanên YPG᾿ê Şiyar Qamişlo, Murad Qamişlo û Delîl Qamişlo dê îro di demjimêr 17.00᾿an de ji Mizgefta Qasimo ya li Taxa Xerbî ya Qamişlo bêne wergirtin û li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bêne definkirin.