Fransayê 'Nîşaneya Şerefê' da prensê Siûdî
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, bi dizî xelat da Siûdiyên ku bi desteka xwe ya ji bo rêxistinên çete tên naskirin û îdam jî di nav de gelek pêkanînên li dijî mafên mirovan li welatê wan hene.
Serokkomarê Fransayê Françoîs Hollande, bi dizî xelat da Siûdiyên ku bi desteka xwe ya ji bo rêxistinên çete tên naskirin û îdam jî di nav de gelek pêkanînên li dijî mafên mirovan li welatê wan hene.
Derket holê ku Hollande, Prensê welîahtê Siûdî Mûhammed bîn Nayîf, bi bilindtirîn nîşaneya sivîl a vî welatî Légion d’Honneur re rûmetdar kiriye.
Légion d’Honneur (Nîşaneya Şerefê) roja Înê li Qesra Elysee ji Prensê Siûdî re hat dayîn. Der barê serdana bîn Nayîf de ti daxuyanî nehatibû dayîn.
Piştî ku ev merasîma nîşaneyê ya sosret derket holê, ji derdora nêz a Hollande agahî ji AFP'ê re aht dayîn û hat îdîakirin ku nîşane 'protokoleke gelek caran ji bo şexsiyetên xerîb tê lidarxistin' e.
Erebîstana Siûdî jî ku bi desteka xwe ya veşartî û vekirî ya ji rêxistinên çete DAIŞ û El Nûsra tê zanîn, 'Nîşaneya Bilind a Qraliyetê' dabû Serokkomarê Fransayê Hollande.
Siûdî tevî ku destekê dide çeteyan jî ji aliyê Fransayê ve li Sûriyeyê weke partnerekî girîng tê dîtin.
Li Erebîstana Siûdî tenê îsal 70 kes hatin îdamkirin. Di 2'ê Çileyê de lîderê olî yê Şîa Nemr El Nemr jî din av de 47 mûxalîf hatibûn îdamkirin.