Fransa: Divê li Mûsil û Reqqayê bê xistin

Wezîrê Parastinê yê Fransayê diyar kir ku divê li Mûsil û Reqqayê bê xistin. Di vê navberê de keştiya balafiran a Fransayê gihaşt Derya Spî.

Wezîrê Parastinê yê Fransayê diyar kir ku divê li Mûsil û Reqqayê bê xistin. Di vê navberê de keştiya balafiran a Fransayê gihaşt Derya Spî.

Wezîrê Parastinê Fransayê Jean-Yves Le Drîan destnîşan kir ku divê li Mûsil û Reqqa bê xistin, ku biryargeha siyasî û navendên perwerdeyê yên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê li van bajaran e.

Wezîrê Parastinê bersiv da pirsên radyoya Europe1, î-Têlê û rojnameya Le Monde. Drîan da xuyakirin, ku tinekirina DAIŞ'ê ancax bi tevgereke ji bejahî ve pêkane. Wezîr anî ziman ku şandina yekîneyên taybet ên Fransayê gavê di rojeva wan de nîne û got, "Ji ber ku îro hêzên koalîsyonê ji hewayê, Kurd jî ji bejahî ve êrîş dikin. Şengal hat azadkirin. Ev vê nîşan dide: pêwîstî bi demê, êrîşên hewayî û hêzên bejahî heye."

Wezîrê Parastinê Le Drîan diyar kir ku balafirên li ser keştiya balafiran a Fransayê Charles-de-Gaûlle ya ji Rojhilatê Derya Spî re hat şandin, wê ji roja Duşemê û pê ve karibin beşdarî êrîşên hewayî bibin.

Li ser keştiya balafiran a Fransayê 26 balafir hene. Tevî vê, li Emaretên Ereb ên Yekbûyî 12, li Urdunê jî 6 balafirên şer ên Fransayê hene. Fransa bi vî rengî wê bi 38 balafiran cihê xwe di operasyonên li hemberî DAIŞ'ê de bigire. Wezîrê Parastinê di nava hedefên li wan bên xistin de Mûsil û Reqqa bilêv kir.

Wezîrê Parastinê yê Fransayê da xuyakirin ku li Mûsilê navendên biryara siyasî, li Reqqayê jî navenda perwerdeyê ya şervanên biyanî heye û got, "Divê li van her du bajaran bê xistin."