Fransa bi biryar e mafê welatîbûnê yê çeteyan betal bike

Li Fransayê, wê projeya betalkirina mafê welatîbûna endamên çeteyên terorê, ku piştî komkujiya Parîsê ya 13'ê Mijdarê ket rojevê, bi biryardarî were meşandin.

Li Fransayê, wê projeya betalkirina mafê welatîbûna endamên çeteyên terorê, ku piştî komkujiya Parîsê ya 13'ê Mijdarê ket rojevê, bi biryardarî were meşandin. Wezareta Edaletê çend roj berê dabû xuyakirin ku welatiyên Cezayîrê wê di nava vê pêkanînê de nebin. Lê hikûmetê ev daxuyaniya Wezaretê sererast kir.

Hikûmeta Partiya Sosyalîst (PS) li ser bangên partiya rastgir plan dike, ku li gorî vê biryarê, kesên welatiyên du welatan û endamên rêxistinên terorîst, ji welatîbûna Fransayê derxîne. Li gorî vê yekê, ev şexs li Fransayê ji dayik bû bin jî, wê welatîbûna wan bê betalkirin.

Bi taybetî Komargerên (LR) bi serokatiya Nîcolas Sarkozy û Eniya Neteweyî (FN) a rastgiriya tund ên li mûxalefetê ne, destekê didin vê biryara hikûmetê.

Di serî de DAIŞ, kesên ji ber endametî yan jî destekkirina rêxistinên ji aliyê Fransayê ve weke 'rêxistinên terorê' tê qebûlkirin hatine cezakirin, wê welatîbûna xwe ya Fransayê winda bikin.

Wezîra Edaletê û yek ji navê girîng ê baskê çep ê PS Chrîstîane Taûbîra çend roj berê çûbû Cezayîrê û dabû xuyakirin ku welatiyên Cezayîrê yên li Fransayê ji dayik bûne, wê mafê wan ê welatîbûna Fransayê ji wan neyê stendin. Lê belê ev gotin, duh bi daxuyaniyeke Serokwezîr Manûel Valls re hat pûçkirin.

Tê payîn ku guhertina qanûnî di meha Sibatê de li Meclîsa Neteweyî bê nirxandin û bi desteka mûxalefetê re bê qebûlkirin.