FKÊ û Yekîtiya Suryaniyan bi saziya mafên mirovan a NY re hevdîtin kirin

FKÊ û Yekîtiya Suryaniyan bi saziya mafên mirovan a NY re hevdîtin kirin

Heyetek ji FKÊ û Yekîtiya Suryaniyan li Ewropayê, li ser rewşa Şengalê, hindikahiyên ji olên cuda yên li Iraqê û xeteriya Kobanê pê re rû bi rû ye, bi komîsyona mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re hevdîtinek kir û der barê mijarê de dosyayek radest kir.

Heyetek ji endamên Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) Fîkret Îxrek, Nedîm Erkîş û endama YekÎtiya Suryaniyên li Ewropayê Hulya Gabrîell, di 15'ê Cotmehê de li bajarê Swîsre Cenevreyê bi nûnerên Komîsyona Mafên Mirovan a NY Stephanie Rutz û Benjamin Muller re hevdîtin kirin.

Di hevdîtinê de, mijarên statuya Şengal, Nînova, dagirkirina Şengalê, Mûsilê, rewşa dîlgirtiyan, koçberan, êrîşên li ser Kobanê ,nêzîkbûna hêzên herêmê, dewletên yekgirtî û Emerîka hatin nirxandin û heyetê li ser van mijaran dosyayek pêşkêşî rayedaran kirin.

Endamên FKÊ û Yekîtiya Suryaniyan ji nûnerên mafên mirovan xwestin ku bi lezgînî ji bo koçberan alîkariyê bişînin, ji bo azadkirina keç û jinên ji aliyê çeteyan ve dîl hatine girtin bikevin nava tevgerê. 

Heyetê her wiha xwestin ku qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin û Kantonên li Rojavayê Kurdistanê werin naskirin.

Hat ragihandin ku nûnerên Komîsyona Mafên Mirovan a NY Stephanie Rutz û Benjamin Muller dan xuyakirin ku ew hemû bûyeran ji nêz ve dişopînin û soz dan ku ew ê daxwaz û dosyaya heyetê bigihînin cihê pêwîst û pêwendîdar.