FKÊ li dijî DAIŞ'ê vê êvarê dadikeve kolanan

FKÊ li dijî DAIŞ'ê vê êvarê dadikeve kolanan

FKÊ, li dijî êrîşên nû yên li dijî Şengalê, li Elmanyayê dadikeve kolanan. Federasyonê, îro danê êvarê saet di 18.00 de li gelek navendan çalakiyan lidar dixe û banga beşdariyê li hemû Êzidiyan kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Şengalê ku ji nû ve destpê kirine, şermezar kir. Di daxuyaniya FKÊ de hat ragihandin ku DAIŞ dixwaze serketina li Kobanê nekarî bi dest bixe li Şengalê bi dest bixe û hat gotin, "Li hemberî deh hezaran sivîlên Êzidî yên li çiyayê Şengalê dijîn, hewldaneke nû ya komkujiyê heye. Bi çeteyên nû yên ji Mûsilê anîne, careke din dixwazin komkujiyeke 3'ê Tebaxê bikin. Ziyareta Şefreddînê ku yek ji pîrozmendiyên baweriya Êzidiyatiyê ye, bi gefê re rû bi rû ye."

FKÊ di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê li hemberî hewldanên nû yên komkumiyê dakevin kolanan û got, "Îro danê êvarê saet di 18:00 de, wê li ber stasyonên trenê yên bajarên Elmanya Hannover, Bielefeld, Münster, Wesel, Goch, Giessen, Koln, Saarbrucken, Bremen, Mannheim, Oldenburg û Berlînê, bajarê Belçîka Liege em li dijî komkujiyan dadikevin kolanan."

FKÊ di serî de Êzidî bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li dijî hewldanên qirkirinê, tevlî çalakiyan bibin.