FKÊ: Girînge Êzidî ji bo Kobanê li ser piya bin

FKÊ: Girînge Êzidî ji bo Kobanê li ser piya bin

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku xwedîderketina li Şengalê bi xwedîderketina li Kobanê dibe û bi taybetî bang li civaka Êzidî kir ku ji bo Kobanê li ser piya be.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) di daxuyaniya xwe de diyar kir ku gelê Kobanê û Şengalê bi komkujiyeke nû re rû bi rû ne û bang li tevahiya gelê Kurd hat kirin ku rabe ser piyan û ji hêzên navneteweyî jî hat xwestin, ku bi awayekî bi bandor dest li rewşê werdin.

FKÊ ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê bi çekên pêşketî yên ji teknolojiya Rojava, li pêş çavê tevahiya cîhanê hewl dide komkujiyê li hemberî Kurdan bike û destnîşan kir, ku pêvajoya qirkirinê ya li Şengalê destpêkir, hewl tê dayîn bi Kobanê re bê dewamkirin.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan da xuyakirin ku çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ, di kesayetiya Kobanê de hewl dide mordela şaristaniya demokratîk a di biratiya gelan, wekhevî, edalet û azadiyê de israr dike, bifetisîne û da zanîn ku modela xweseriya demokratîk a li Kobanê di pratîkê de nîşan daye ku jiyana hevpar a gel û baweriyan çiqasî pêwîst û pêkan e.

Federasyonê diyar kir ku hêrs, dijminatî û terora DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê ji ber vê yekê ye û ev xal destnîşan kir: "10 hezar Êzidiyên li Şengalê dijîn, careke din bûn hedefa DAIŞ'ê. Şengal hatiye dorpêçkirin. Qirkirineke din li ber derî ye. Rewşa Kobanê jî bi awayekî zelal li holê ye. Mirovahî ya wê li komkujiyeke gengaz a li Kobanê temaşe bike û bibe hevpar, yan jî wê li cem gelê Kurd cihê xwe bigire û pêşî li hovîtiyê bigire. Em bang li tevahiya hêzên bi bandor, saziyên demokrat û humanîst, gelê Kurd û dostên gelê Kurd dikin ku heta gefa komkujiyê ya li hemberî Şengal û Kobanê ji holê bê rakirin, li ser piya bin."

Federasyona Komeleyên Êzidiyan diyar kir ku kî li hemberî vê rewşê bêdeng be wê bibe hevpar û sûcdarê komkujiyê û bi taybetî banga li civaka Êzidî dubare kir. Federasyonê got, "Xwedîderketina li Şengalê bi xwedîderketina li Kobanê dibe. Divê ji 7 heta 70 salî beşdariyeke xurt a gelê me were kirin û em nîşanî tevahiya cîhanê bikin ku em bi Kobanê re ne."