FKÊ: Cimaya Laleş li berxwedana Şengal û Kobanê pîroz be

FKÊ: Cimaya Laleş li berxwedana Şengal û Kobanê pîroz be

Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Elmanyayê (FKÊ) bi wesîleya Cimaya Laleş peyamek weşand û cejn li berxwedêrên Şengal û Kobanê pîroz kir.

Federasyona Komeleyên Êzidiyan bi wesîleya cejna Cimaya Laleş ku her sal di navbera 6-13'ê Cotmehê de ji aliyê civaka Êzidî ve tê pîrozkirin, peyamek weşand.

Federasyonê ragihand ku ji ber ferman, qirkirin, jenosîd, koçberî û rewşên awarte îsal jî cejna Cimala Laleş li gorî wateya xwe nayê pîrozkirin û got, "Ji ber fermana 73'an a li ser Şengalê û êrîşên li dijî Kobanê, hemû gelê Kurdistanê ketiye nava berxwedan, seferberî, serhildan û parastina nirxên xwe. Zêdeyî 2 meh in Kurdên Êzidî bi fermana 73'an re rû bi rûye. Bi  hezaran cangorî, bi hezaran dîl, bi sed hezaran koçber hene û Şengal hatiye dagirkirin."

Di peyamê de hat ragihandin ku ji ber destwerdana şervanên YPG û HPG'ê pêşî li trajediya mezintir ango kuştina sed hezaran Êzidî li çiyayê Şengalê hatiye girtin û hat destnîşankirin ku damezrandina Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) dîrokî ye û bûye hêviya rizgarkirin û parastina Şengalê.

FKÊ diyar kir ku girîng hemû hêz û komên li çiyayê Şengalê şer dikin bi hêzên azadîxwaz û YBŞ'ê re bibin yek û agihand ku divê Şengal bibe xwedî statuyeke xweser û nasnameya Êzidiyan di cîhanê de bê pejirandin.

Federasyonê da zanîn ku hêzên terorîst û hevalbendên wan ên li Şengalê karesat pêk anîn, berê xwe dane Kobanê, lê rastî berxwedana xurt a gelê Kurdistanê hatiye. FKÊ bal kişand ser berxwedana li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê ku moraleke mezin dide şervanên azadiyê û pêvajoya heyî weke dema man û nemanê binav kir.

Di peyama FKÊ ya Cimaya Laleş de wiha hat gotin:

"Em wek FKÊ banga xwe li hemû Kurdên Êzidî û gelê Kurdistanê dikin. Divê em li gorî ruhê berxwedana Şengal û Kobanê, xwe birêxistin bikin. Çalakiyên mezintir û bi hêztir lidar bixin, kongreya neteweyî pêk bînin, Kobanê biparêzin, Şengalê û Serok Apo azad bikin.

Em berxwedana gelê xwe çi li welat û çi jî li derveyî welat silav dikin, cejna Cimaya Laleş bi ruhê berxwedan, serhildan û seferberiya dîrokî li gelê xwe, nûnertiya civaka xwe û bi taybetî li têkoşerê azadiyê pîroz dikin."