Fitre û zekat ji bo gelê Rojava
Fitre û zekat ji bo gelê Rojava
Fitre û zekat ji bo gelê Rojava
Şaredariya Yenîşehir û rêxistina navçeyê ya BDP’ê di serdana gundan de banga piştevaniya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re kirin. Hat xwestin ku fitre, zekat û alîkarî ji bo gelê Rojava re werin şandin.
Şaredariya Yenîşehir û rêxistina Yenîşehir a BDP’ê , bi wesîleya Meha Remezanê diçin serdana gundên navçeyê. Di serdanên ku wê 30 rojî berdewam bikin de, niştecihên gundan eleqeteke mezin nîşanî serdanên BDP’yiyan dikin.
Rayedarên şaredariyê û BDP'yî duh jî çûn serdana gundê Qamişek. Di serdanê de wekîlê şaredarê Yenîşehîr Zekî Dogrul, Serokê Rêxistina Navçeya Yenîşehîr a BDP’ê û rêveberên wê amade bûn.
Piştî nimêja terawîhan a li mizgefta gund, Wekîlê Şaredarê Yenîşehîr Zekî Dogrul, bal kişand ser rewşa şer a li Rojava û pêdiviyên gel û got, "Rewşa gelê me yê Rojava li ber çavan e. Bi rastî jî xizaniyeke mezin heye. Di van rojên pîroz de ku em ê luqmeya xwe bi gelê Rojava re parve bikin, em banga hişyariyê li her kesî dikin. Fitre, zekat û alîkariyên ku hûn ê di Meha Remezanê de bikin, ji aliyê partiya me ve bi rêya komîsyonan wê li gelê me yê Rojava were belavkirin. Di vê çarçoveyê de em diwazin gelê me yê Rojava tenê neyê hiştin û ya pêwîst were kirin.”