Fermandariya YPG: Tinebûna DAIŞ'ê wê li Kobanê destpê bike

Fermandariya YPG: Tinebûna DAIŞ'ê wê li Kobanê destpê bike

Fermandariya Biryargeha YPG'ê destnîşan kir ku wê Kobanê ti carî nekeve û got, "Li Kobanê wê berxwedana sed salê pêk were. Tinebûn û têkbirina DAIŞ'ê wê li Kobanê destpê bike. Her kolanek, her malek Kobanê wê ji bo DAIŞ bibe gor." 

Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Parastina Gel (YPG) der barê berxwedana li Kobanê de daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku ketina Kobanê ne pêkane.

'EM Ê BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN'

Fermandariya Biryargeha YPG'ê bibîr xist ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên  di 15'ê Îlonê de bi armanca dagirkirina Kobanê hatine destpêkirin di roja xwe ya 18'emîn de dewam dikin û diyar kir ku komên çete ji her sê eniyên Kobanê bi çekên giran êrîş dikin û dixwazin pêş bikevin. Fermandariyê diyar kir ku çawa YPG'ê ev 3 sl in li Rojava, ji Efrînê heta Cezaayê parastina gelan û nirxan kiriye, wê ji niha û pê ve jî derfet û şert çi dibin bila bibin, berpirsyariyên xwe yên dîrokî bicih bînin.

'WÊ KOBANÊ JI BO DAIŞÊ BIBE GORISTAN'

Di daxuyaniya fermandariyê de wiha hat gotin: "Bila gelê Kurd û dostên me qet meraq nekin, wê Kobanê ti caran nekeve. Ketina Kobanê qet û qet ne mimkun e. Li Kobanê wê berxwedana sed salê pêk were û wê Kobanê, ji bo DAIŞ'ê re bibe goristan. Tinebûn û têkbirina DAIŞ'ê wê li Kobanî destpê bike. Her kolanek û her malek Kobanê wê ji bo DAIŞ'ê re bibe gor. Berxwedana li derdora Kobanê mezin dibe û wê DAIŞ bixîne, têk bibe."

XEWN Û XEYALÊN HIN DERDORAN PÊK NAYÊN

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser îdîa û nûçeyên bêbingeh ên hin dezgehên çapemeniyê ku ev 18 roj in îdîa dikin Kobanê ketiye destê DAIŞ'ê û nerazîbûn nîşanî van îdîayan da.  Di vê der barê de jî fermandariyê got, "Ev tişt ne rast e. Xewn û xeyalên hin derdoran wê pêk neyên. Em weke YPG, ji bo binxistina DAIŞ'ê û pêk anîna serketine hemû tiştên pêwist bikin.

Bila baş bê zanîn; Em ê DAIŞ di deşta Kobanê de bişkînin û serketina Rojavayê Kurdistan û ya Sûriyeya Demokratîk û Azad ji tevahî cîhanê re îlan bikin."Fermandariya Biryargeha YPG'ê bang li hemû ciwanên Kurdistanê û ciwanên wekhevî û azadîxwaz kir û got, "Werin tevlî hêzên me bibin. Xwedî li berpirsiyariyên xwe yên dîrokî derkevin. Li hember êrîşên hov ên DAIŞ'ê tevlî tekoşîna mirovahiye bibin."