Fermandariya Biryargeha YPG’ê, Diyar Bagok û Kendal Efrinî bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha YPG’ê, Diyar Bagok û Kendal Efrinî bi bîr anî

Fermandariya Biryargeha YPG’ê, endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Diyar Bagok û Fermandarê Eniya Başûr Kendal Efrînî yên di berxwedana Kobanê ya ji 15’ê Îlonê dewam dike de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî.

Fermandariya Biryargeha YPG’ê got, “Di 30. roja berxwedana Kobanê de em hemû şehîdên xwe yên ku li hemberî êrîşên dijwar berxwedanek mezin nîşan dan, bi fedakariyek mezin wezîfeyên xwe yên pêşengiyê kirin û berxwedanê anîn asta serkeftinê bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin.”

Fermandariya Biryargeha YPG’ê ev xusûs destnîşan kir:

“Du fermandarên me yên pêşeng ku ji 15'ê Îlonê heta niha berxwedanê bi rêxistinkirin kirin, li eniyên başûr û rojhilat derbên mezin li çeteyan dan û bi xwe ketin mewziyan û şer kirin, hevalên me endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG'ê Diyar Bagok 8'ê Cothemê û Fermandarê Eniya Başûr Kendal Efrîn jî 13'ê Cotmehê şehîd ketin. Van hevalên me ji roja destpêkê heta niha li gel hemû bêderfetiyan û rewşa ne baş, pêşengên berxwedanê û komên çete kirine nava tirs û xofên mezin. Hevalê me Diyar di mewziya xwe de heta guleya dawî bi israr û îradeyek mezin şer kiriye û bûye nûnerê ruhê fedayî. Her wiha hevalê me Kendal ji roja destpêka êrîşan heta kêliya dawî deqeyekê ranewestiyaye û li hemû eniyên şer cih girt û bû navê fedakariyê. Wan hevalan mezinbûna xeta qehremaniyê nîşanî hemû dost û dijminan daye.

Hevalên me yên fermandar çeper bi çeper geriyan, hêz û bawerî dane hevalên xwe yên berxwedêr. Em bi şehîdbûna her du fermandarên pêşeng ketine nava xemgîniyek kur û şehadeta wan bûye sedema êşek mezin. Lê belê dewamkirina têkoşîna wan a pîroz û meşa di bin ala berxwedanê ku bi şehadeta xwe bilind kirine ji bo me rûmetek mezin e. Em hemû şehîdên di pêşengiya heval Kendal û Diyar de, ku mezinbûna berxwedana Kobanê ji hemû cîhanê re ragihandine bi bîr tînin û soz didin ku em ê têkoşîna wan bigihînin serkeftinê. Em li pêşberî şehîdên xwe bi rêzdarî û bi minet bejna xwe ditewînin."