Fermandarên YPG’ê dibin pispor
Fermandarên YPG’ê dibin pispor
Fermandarên YPG’ê dibin pispor
Akademiya Şehîd Xebat Dêrik a Leşkerî ya girêdayî YPG’ê li herêma Cizîrê perwerdeya 40 fermandarên leşkerî bi merasîmekê bi dawî kir.
Dibistana Şehîd Jînda ya girêdayî Akademiya Şehîd Xebat Dêrik a Leşkerî ya li bajarê Qamişlo perwerdeya 40 fermandarên leşkerî ya bi navê “Tolhildana şehîdên Cezaa” ku berî niha du mehan destpê kiribû, bi merasîmekê bi dawî kirin.
Di perwerdeyê de waneyên der barê xweparastina rewa, siyaseta demokratîk û waneyên hunera leşkerî de hatin dayîn.
Di merasîma bidawîkirina perwerdeyê de Wezîrê Parastinê û Xweparastina Rewa Ebdilkerîm Sarûxan, fermandarên YPJ’ê Nûjîn Roj û Sozdar Ehmed û bi sedan şervanên YPG’ê amade bûn. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Sarûxan der barê girîngiya perwerdeyên leşkerî de axivî û berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li herêma Kobanê silav kir.
Merasîm piştî sûnda leşkerî bi dirûşman bi dawî bû.