Fermandarê YPG’ê: Me ber bi serkeftinê ve pêngav da destpêkirin
Fermandarê YPG’ê: Me ber bi serkeftinê ve pêngav da destpêkirin
Fermandarê YPG’ê: Me ber bi serkeftinê ve pêngav da destpêkirin
Fermandarê Giştî yê YPG’ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan got, “Piştî berxwedana mehekê êdî ber bi serkeftinê ve me pêngav daye destpêkirin. Bi taybet ev hefteyeke Kobanê ji DAIŞ re bû gor.”
Fermandarê Kobanê yê YPG’ê Mehmûd Berxwedan ku ji Ronahî TV re axivî diyar kir weke cîhan jî dişopîne 32 roj in Kobanê li ber xwe dide û got, “Piştî berxwedana mehekê êdî ber bi serkeftinê ve me pêngav daye destpêkirin. Bi taybet ev hefteyeke Kobanê ji DAIŞ re bû gor. Êdî di her mal û kolaneke Kobanê de cesedên çeteyên DAIŞ hene. Di rojên dawî ne li her sê eniyan jî me pêşveçûneke mezin bi dest xist. Rojeke ku em wan nekujin û dest daneynin ser çekên wan nîne. Çekên wan ên giran û hêza wan a şer şkestiye. Li her sê eniyên Kobanê operasyona paqijkirinê hatiye destpêkirin.”