Fermandarê Şems El Şemal: Kobanê ne Tîkrît ne jî Enbar e

Fermandarê Şems El Şemal: Kobanê ne Tîkrît ne jî Enbar e

Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal a girêdayî Artêşa Azad Ebo Leyla diyar kir ku Kobanê dê bibe gora çeteyên DAIŞ’ê û dawîbûna çeteyan dê bi destê gelê Kobanê be.

Li başûrê herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera Navenda Çalakiyan a Burkan El-Firat û çeteyên DAIŞ’ê de car bi car rû didin. Tabûra Şems El-Şemal a girêdayî Artêşa Azad ku cihê xwe di nava Burkan El-Firat de digire û li rex hêzên YPG’ê li hemberî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide. Fermandarê Tabûrê ku bi navê Ebo Leyla tê naskirin der barê berxwedana rûmetê ku li herêma Kobanê tê meşandin de ji ANHA’yê re axivî.

Ebo Leyla got ku tevî kêmderfetên wan ên leşkerî dê Kobanê bikin gora çeteyên DAIŞ’ê û wiha anî ziman: “Şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat bi çekên xwe yên sivik û bi vîna wan ya xurt dê Kobanê bikin gora çeteyên DAIŞ’ê û dawiya çeteyan dê li Kobanê dest pê bike.”

Ebo Leyla di axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Gelek aliyên ku dijminahiya gelê Kurd dikin, hewl didin alîkariya çeteyên DAIŞ’ê bikin û berxwedana Kobanê bişkînin. Ez ji van aliyan re dibêjim ku heta kilaşînkov di destê me de ye û heta em xwedî vîneke azad in ku em pê ber xwe didin, em ê hemû pilanan vala derbixînin.”

Ebo Leyla di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku her gundekî Kobanê bû goreke çeteyên DAIŞ’ê û wiha pêde çû: “Li her gundekî Kobanê bi dehan çete hatin kuştin.”

KOBANÊ NE TÎKRÎT NE JÎ ENBAR E

Ebo Leyla der barê bajarê Kobanê de wiha got: “Kobanê hebûna me ye, ew ji bo gelê Kurd hebûn yan jî nebûn e. Kobanê ne Tekrît an jî Enbar e tevî ku ev herdu bajar bi çek û çebilxaneyê dagirtî bû di 24 saetan de ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Kobanê ev 20 roj in bi lehengiyeke bê hempa bi çekên sivik li ber xwe dide.”

Ebo Leyle got ku berxwedana Kobanê dê dersekê bide çeteyan ku tu carî ji bîr nekin û ji hemû cîhanê re wiha da xuyakirin: “Bila hemû dewletên cîhanê û bi taybet dewletên ku alîkariya çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma Kobanê dikin, bizanibin bi saya berxwedana şervanên YPG’ê û Burkan El-Firat tu carî Kobanê nakeve. Em wekî endamên Tabûra Şems El-Şemal mohra xwe li rûpela dîrokê bidin.”

Ebo Leyla der barê berxwedana roja Erefata Cejna Qurbanê li hemberî hovîtiya çeteyan li Meştenûr a rojhilat bajarê Kobanê de wiha li axaftina xwe zêde kir: “Berxwedana şervanan li Meştenûr li hemberî hovîtiya çeteyan bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de hate nivîsandin. Çeteyan li vir ziyanên giran dîtin.”

WÊ TRAJEDIYA ŞENGALÊ DUBARE NEBE

Der barê ka dê Kobanê bikeve yan jî na Ebo Leyla wiha axivî: “Heta berxwedan û têkoşîn di vê astê de ji aliyê hêzên YPG’ê, Burkan El-Firat û gelê Kobanê ve tê meşandin, ketina Kobanê negengaz e. Tirajediya Şengalê dê dubare nabe. Kobanê dê bibe gora çeteyên DAIŞ’ê.”

Fermandarê Tabûra Şems El-Şemal a girêdayî Artêşa Azad Ebo Leyla di dawiya axaftina xwe de got ku êrîşên balafirên koalîsyona navnetewî li dijî DAIŞ’ê tenê gotin in. fûzeyên wan tenê li deverên vala dikevin. Balafiran hê jî li kûraniya deverên çete têde bi cih bûne nedane û berûvajî wê hişt ku çete tankên xwe pêş ve bîne û li derdora bajarê Kobanê bi cih bikin. Ev yek bi serê xwe pilaneke li dijî gelê Kurd de, ez dîsa gotina xwe dubare dikin û dibêjim ‘Çiqas komploya li dijî Kobanê xurt be, Kobanê nakeve’.”