Fermandarê pêşmergeyan ê li Kobanê ji YPG'ê re spas kir
Fermandarê pêşmergeyan ê li Kobanê ji YPG'ê re spas kir
Fermandarê pêşmergeyan ê li Kobanê ji YPG'ê re spas kir
Alîkarê Fermandarê Giştî yê hêzên pêşmergeyan ê li Kobanê Amîd Dehan Îbrahîm Gergerî got, "Li Şengal û Rebîayê YPG'ê roleke gelekî çalak lîst. Ji ber vê yekê pêwîste bi taybetî malîavayiya wan bê kirin. Ji xwe me jî dixwest bên vê derê. Ji bo bingeha yekîtiya me ya dema pêş, ev bû gaveke girîng. Cihê Kurd lê hebin, em ê ti carî rê nedin mayîna DAIŞ'ê."
Di roja 54. a êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê de, têkoşîna şervanên YPG û YPJ'ê ya li eniyên pêş, dewam dike. Hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê şervanên YPG û YPJ'ê ve hatin şikandin. Di pêvajoya berxwedana 54 rojan de, koma Bûrkan El Firat a ser bi Artêşa Azad, li kêleka şervanên YPG û YPJ'ê şer dikin. Hêza ji 150 pêşmergeyan a di nava hefteya dawî de di ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanê bû jî, li eniyên pêş li gel şervanên YPG/YPJ'ê bi hawan, fuzeyên katyûşa û topan destekê didin. Alîkarê Fermandarê Giştî yê hêza pêşmergeyan Amîd Deham Îbrahîm Gergerî, der barê pevçûnên li Kobanê de daxuyanî da ajansa me. Gergerî diyar kir ku li ser biryara Parlamenta Başûrê Kurdistanê ew bi hêzeke 150 kesan hatine Kobanê û got, "Ji bo destekê bidin xwişk û birayên xwe yên YPG/YPJ'yî em li vir in."
Gergerî da xuyakirin ku rewşa li Kobanê baş e û got, "Du-sê roj beriya niha êrîşeke mezin hebû. Bi YPG'ê re me bersiv dan. Bi bikaranîna çekên giran re me êrîşa wan şikand."
'YPG'Ê ROLEKE GELEKÎ ÇALAK LÎST'
Gergerî got, "DAIŞ li her derê DAIŞ e. Li Kerkûkê, li Silêmanî, li Kobanê heman DAIŞ e. Kobanê jî parçeyekî me ye û em ê destûrê nedin ku ew li vir bin." Gergerî axaftina xwe wiha dewam kir: "Beriya her tiştî li Şengal û Rebîayê YPG'ê roleke gelekî çalak lîst. Ji ber vê yekê divê bi taybetî malîavayiya wan bê kirin. Ji xwe me dixwestin bên vê derê. Di navbera YPG û Pêşmerge de ti cudahî nîne. Her du jî ji bo vî gelî têdikoş in. Înaşelleh ji bo bingeha yekîtiya me ya dema pêş, bûye gaveke girîng."
'EM Ê NEHÊLIN DAIŞ BIMÎNE'
Gergerî diyar kir ku ew hêvîdar in di nava çend rojan de nûçeyeke baş bidin gelê Kurd û got, "Li her cihên Kurd lê ne, em ê rê nedin ku DAIŞ lê bimîne."