'Faşîzma Hîtler ji bo Yahûdiyan çi be, faşîzma DAIŞ'ê ji bo Kurdan ew e'
'Faşîzma Hîtler ji bo Yahûdiyan çi be, faşîzma DAIŞ'ê ji bo Kurdan ew e'
'Faşîzma Hîtler ji bo Yahûdiyan çi be, faşîzma DAIŞ'ê ji bo Kurdan ew e'
Kurdistaniyên li Moskowê, bi armanca şermezarkirina êrîşên DAIŞ'ê û salvegera komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê civînek lidar xistin. Endamê KNK'ê Selahattîn Soro di axaftina xwe ya li vir de got, "faşîzma Hîtler ji bo Yahûdiyan çi be, faşîzma DAIŞ'ê jî ji bo Kurdan ew tişt e."
Kurdistaniyên li paytexta Rûsyayê Moskowê dijîn, ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê ku nêzî meheke dewam dike û protestokirina komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê, li Mala kurdan civînek lidar xistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîn Kurdistaniyên di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan û tevahiya cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, destpê kir.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Selahattîn Soro di axaftina xwe ya li civînê de bal kişand ser faşîzma DAIŞ û got: "Di van çend mehên dawî de li Rojhilata Navîn faşîzmek nû bilind dibe. Faşîzma ku bi destê dewletên navneteweyî tê xurtkirin pêşengiya wê çeteyên hov DAIŞ dike. Ji bo mirovahiyê faşîzma Hîtler a li ser Yahûdiyan da meşandin çi be, faşîzma îro DAIŞ li ser Kurdan dide meşandin jî heman tişt e. Di navbera wan de tu cûdahî nîne."
Di dewama axaftina xwe de Soro diyar kir ku bi komploya 9’ê Cotmehê re her kesî digot tevgera Azadiya Kurdistanê tasfiye bû lê derket holê ku tevgera kurd hîn xurttir û bi hêztir bûye. Soro axaftinê xwe wiha bi dawî kir: "Bi komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê re gelek kesan digot êdî tevgera azadiya gelê Kurd tasfiye dibe. Bi taybet piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 1999’an de radestî dewleta Tirk hat kirin û şûn ve herkesî digot êdî tevgera Kurd xelas bû. Di salên derbasbûyî de aşkera bû ku tevgera azadiya gelê Kurd hîn bi hêztir û xurttir bûye. Îro di Rojhilata Navîn hêza herî cîdî ya li hember neheqiyê şer dike ew e. Ji ber vê yekê bi destê çeteyên hov ên DAIŞ tiştên ku di sala 1999’an de nikarîbûn bikin dixwazin niha bikin û Kurdan jî bi temamî qetil bikin. Lê gelê Kurd ev plan û proje baş fêm kiriye û li hemberî wê bi hêza xwe ya cewherî têdikoşe."
Civîn bi axaftina nûnerên rêxistinên Kurd ên li Moskowê dixebitin û bi axaftin Kurdistaniyên beşdar bi dawî bû.