Farqîn bi daran tê xemilandin

Farqîn bi daran tê xemilandin

Di çarçoveya kampanyaya ku 'Bila li Farqînê darek te ya çandî hebe' hatibû destpêkirin de xwendekarên Dibistana Bilind a Pîşeyî ya Farqîna Amadê li mevkiya Gaza Topê 200 darên Çam çandin.

Di çandiniya daran de Şaredarê Farqînê Fadil Erdede, endamên meclisê û xwendekarên Dibistana Bilind a Pîşehiya Farqînê amade bûn. Di çandiniya daran de şaredarê navçeya Farqîna Amedê Fadil Erdede axivî.

Erdede diyar kir ku ew nêzî 4 sal e kampanyaya 'bila li Farqînê darek te ya çandinî heb e' hêjî berdewam dikin û di çarçoveya kampanyayê de heta niha 70 şitil çandine. Sedsala 21'emîn de mirovahî xwezayê tahrîp kirine û ji bo ku em hawayek paqij bigrin nehîştine."

Erdede da zanîn ku şaredarên BDP'ê girîngiyê didin ekolojî û hawirdorê û spasiyên xwe ji xwendekar û peywirdarên perwerdehiyê re kir.

Peywirdarê Dibistana Bilind a Pîşehiya Farqînê Orhan Karakoyun jî bi lêv kir ku ew ê lênêrîna daran bigrin ser xwe û bi xwendekaran re her tim daran kontrol bikin.