Eyşê Efendî: Kolan tijî cesedên çeteyên DAIŞ in
Eyşê Efendî: Kolan tijî cesedên çeteyên DAIŞ in
Eyşê Efendî: Kolan tijî cesedên çeteyên DAIŞ in
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî diyar kir ku gelek nuqte ji destên çeteyên DAIŞ hatine derxistin û got, “Kolan tijî cesedên çeteyên DAIŞ in. Ji ber vê talûkeya nexweşiya şewbê heye.”
Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî pêşveçûnên li Kabonê ji Rojnews re nirxand. Eyşê Efendî got ku di encama berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê de çeteyên DAIŞ ji gelek nuqteyan hatine paşdexistin û gelek herêm hatine rizgarkirin.
Eyşê Efendî, diyar kir ku darbeyeke mezin li çeteyên ku şevê din careke din xwe kom kirine û êrîşî bajêr kirine hatiye xistin.
Eyşê Efendî têkildarî rewşa dawî ya Kobanê ev agahî dan:
“Niha li Kobanê înîsiyatîf bi piranî di destê hêzên YPG/YPJ’ê de ne. Di pevçûnên rojên dawî de windahiyên mezin ên çeteyan hene. Kolanên Kobanê bi cesedên çeteyên DAIŞ tijî ne. Lewma talûkeya nexweşiya şewbê heye. DAIŞ niha di rewşeke zehmet de ye. Lewma dixwazin korîdorekê deriyê li Tirkiyeyê vedibe bi dest bixin. 4-5 roj in dixwazin vê bikin. Lê bi ser nakevin. Her roj bi dehan windahiyan didin. Lewma car caran kimyasalê bi kar tînin.”
‘DIVÊ CIWAN BERÊ XWE BIDIN KOBANÊ’
Eyşê Efendî bang li ciwanên Kurd kir da ku berê xwe bidin Kobanê û got, “Bila li hember çeteyên DAIŞ di nav refên YPG û YPJ’ê de cih bigirin.