Eyşê Efendî banga ‘biçin eniyê’ li ciwanan kir

Eyşê Efendî banga ‘biçin eniyê’ li ciwanan kir

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî, hat Pirsûsê bang li ciwanên li mizgeft, dibistan û konan de dimînin kir û got, “Biçin eniyê” Efendî, diyar kir ku pêwîstiya Kobanê bi temeniyan nîne û pêwîst e gavên berbiçav bên avêtin.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî berxwedana Kobanê ya kete meha duyemîn nirxand. Eyşê Efendî got ku roj roja rûmet û şerefê ye diyar kir bi berxwedana Kobanê re yekîtiya neteweyî ya Kurdistanê berbiçav bûye. Efendî wiha got: “Ev mehek zêdetir e berxwedana gelê Kurd û YPG’ê didome. Berxwedana Kobanê çar parçeyên Kurdistanê gihand hev. Berxwedana Kobanê derfetên ku gelê Kurd xwe nas bike derxist holê. Ji ber vê îro çar parçeyên Kurdistanê îro li Kobanê hêz û xwedîderketinê bi awayekî şênber bibîne. Êdî derket holê ku pêwîstî bi artêşeke neteweyî heye. Bi taybetî divê ciwanên ke xwedî li têkoşîna xwe ya rûmetê derkevin. Îro divê hem li Deriyê Sînor a Sêmelka, Ceza û Kobanê pêwîstî bi taqwiyekirina çekên giran û leşkerî heye. Jixwe di encama bangawaziya seferberiyê ya Rêber Apo sînorên di navbera Rojava û Bakur ji aliyê gel ve hatin rakirin û nîşan dan ku Kurdistan nikare bê parçekirin.”

Efendî anî ziman ku divê ciwanên ku ji Rojava û Başûr derbasî Bakurê Kurdistanê bûne li quncikên mizgeft, dibistan û konan nesekinin û wiha berdewam kir: “Bi sedan ciwan bi ruhê fedayî tevli refên YPG û YPJ’ê bûne û niha li hemberî dijminê mirovahiyê li eniyan bi qehremanî şer dikin. Lê tevlîbûna berxwedana Kobanê ji Başûrê Kurdistanê ne bes e divê ji bo ruhê yekîtiya neteweyî pêk bê ciwanên başûrî ji bo parastina axa Kurdistanê biherikin eniyan. Dîsa ji bo ciwanên ji Rojava û Başûr hatine Bakurê Kurdistanê bangawaziya min ev e ku; bila li mizgeft, dibistan û konan çavên xwe nedin tasek çorbe ya ku didin wan ên ku derfetên wan hene û destên wan çek digire bila biherikin eniyan.”

Eyşê Efendî diyar kir ku pêwîstiya Kobanê bi temeniyan nîne û êdî divê gavên berbiçav bên avêtin. Eyşê Efendî da zanîn ku wan gelek caran anîne ziman ku korîdora mirovî bê vekirin û ev tişt anî ziman: “Divê ev korîdor bi çavdêriya dewletên navneteweyî pêk bê. Heke ne wisa be gelê Kobanê bi komkujiyê re rû bi rû ye. Deriyê sînor jî girêdayî helwesta kêfî ya Tirkiyeyê ye. Ji ber ku gelek caran ev derî venekiriye û mirovên me ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dan. Dilê gelê Bakurê Kurdistanê ev meheke bi berxwedana Kobanê re diavêje. Gelê me yê Bakur mal û karên xwe berdane û di nava têkoşîna bi rûmet de cih girtiye, bi şev û roj li sînorê Kobanê ji bo derbasbûna çeteyan asteng bike hemû tiştên xwe daniye holê.”