Ewropayê bi tedbîrên tund ên ewlekariyê dest bi sala nû kir
Ewropayê bi tedbîrên tund ên ewlekariyê dest bi sala nû kir. Li gelek navendan pîrozbahiyên sersalê ji ber ewlekariyê hatin betalkirin.
Ewropayê bi tedbîrên tund ên ewlekariyê dest bi sala nû kir. Li gelek navendan pîrozbahiyên sersalê ji ber ewlekariyê hatin betalkirin.
Piştî komkujiya Parîsê li gelek navendên Ewropayê tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin wergirtin. Gelek pîrozbahiyên sersalê jî bi biryara siyasiyan re hatin betalkirin.
Li paytexta Belçîka Brukselê, ku weke yek ji hedefên rêxistina terorê ya DAIŞ'ê tê pênasekirin, duh bi şev tevî polîsan yekîneyên leşkerî yên taybet jî daketin kolanan. Heman pêkanîn li gelek navendên Ewropayê jî hebûn.
Tevî hemû tedbîrên tund ên ewlekariyê, Ewropayî ji bo pîrozkirina sersalê daketin kolanan. Gelek pîrozbahiyên sersalê di nava xeleka ewlekariyê de pêk hatin.
Di vê navberê de, siyasiyên Ewropî jî bi wesîleya sala nû peyam weşandin û di nava van peyaman de soza têkoşîna li dijî terorê bal kişand.