Ewlehiya canê Kobaniyên li konbajaran dimînin xeter e

Ewlehiya canê Kobaniyên li konbajaran dimînin xeter e

Konbajarê ku Kobaniyên ji Kobanê koç kirin û hatin Pirsûsê lê dimînin, ji ber ku li cadeya herî qerebalix a navçeyê cih digire û li vir lewhe yan jî pirek li ser rê nîne, rê li ber qezayên trafîkê vedibe.

Bi hezaran kesên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê reviyan û hatin Pirsûsê li konbajaran hatin bicihkirin û ewlehiya canê wan tune ye. Piştî êrîşan nêzî 200 hezar Kobaniyî koç kir û 50 hezar li Pirsûsê di konbajaran de dimînin. Çar konbajar li cadeyên herî qerebalix ên navçeyê  di Cadeya 11 Nîsanê (Rêya Dîlok-Rihayê) hatine avakirin. Ji ber ku konbajar li nêzî cadeyê ne û tu pirek nîne mirov derbasî aliyê din ê rê bibe û lewheyek hişyariyê tune, rê li ber qezayan vedibe.

Welatiyên li konbajar dimînin dema diçin cem xizmên xwe yên li konbajarên din zehmetiyan dikişînin. Di vê cadeyê leza wesayîtan gelek zêde ye û her wiha Kobaniyên li Konbajarê Arîn Mîrxan ji bo hewcedariya xwe ya avê diçin çavkaniya avê ya li hemberî konbajar. Ji bo vê hewcedariya xwe neçarin cadeyê bikar bînin. Di nava rojê de bi dehan carî derbasî aliyê din yên rê dibin.

Rayedaran heta niha ji bo ku vê tu tiştek nekiriye.