Evrîm Demîr wê li Kopê bê bîranîn
Evrîm Demîr wê li Kopê bê bîranîn
Evrîm Demîr wê li Kopê bê bîranîn
Evrîm Demîr a ji bo şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di girtîgeha Îmraliyê de şermezar bike, di salvegera 14'ê Tîrmehê de li navçeya Kopê ya Mûşê bedena xwe dabû ber agir, wê bê bîranîn.
Li navçeya Kopê ya Mûşê di 17'ê Tîrmeha 2011'an de ji bo pêkanînên Îmraliyê yên li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike û balê bikişîne ser berxwedana 14'ê Tîrmehê bedena xwe dabû ber agir. Ji bo bîranîna Evrîm Demîr wê mewlûd bê dayîn. Nûnerê MEYA-DER'ê yê Kopê û bavê Evrîm Demîr, Sadullah Demîr der barê mewlûdê de li Otel Bulanik, daxuyanî da. Sadullah Demîr anî ziman ku di salvegera keça xwe de her sal bernameyên bîranînê li dar dixin, bi awayekî girseyî diçin ser gorê û ji ber ku îsal rastî Meha Remezanê hatiye wê mewlûdê bidin û wiha got: "Em hemû şehîdên ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Em hemû kesî vedixwînin mewlûda ku ji bo keça min Evrîm bê dayîn."