ESP’a Amedê: Em dê li dijî êrîşên faşîzan bê deng nemînin

ESP’a Amedê: Em dê li dijî êrîşên faşîzan bê deng nemînin

Rêxistina ESP’ê ya Amedê di derbarê êrîşên li Zanîngeha Dîcleyê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku, ev êrîş dê pêşî li têkoşîna azadiya ciwanan negire û wihagot: “Em bang li hemû rayagiştî, gelê xwe yê welatparêz dikin ku li dijî êrîşên faşîzan dengê xwe bilind bikin û li kolanan bertekên xwe nîşan bidin.

Partiya Sosyalîst a Bidestan (ESP) diyar kir ku, êrîşên li Zanîngeha Dîcleyê pêk hatine dê pêşî li têkoşîna azadiyê negire û got: “Em dê êrîşên faşîzan têk bibin.”

ESP’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Êrîşên faşîzan yên pêvajoya çareseriyê bi komkujiya li Parîsê destpê kir û her diçe zêde dibe. Ji Zanîngeha heta taxan gelê ji her çar alî de rastî êrîşên faşîzan û nîjadperest tên. Li Tirkiyeyê di serî deli zanîngehan ji aliyên MHP’iyan ve li hemberî xwendekarên Kurd êrîşên faşîzan pêk tên û li Kurdistanê jî bi destê cemaatê êrîş pêk tên. Li Zanîngeha Dîcleyê ev 3 roje êrîşên faşîzan gihiştiye asteke cidî.

Di van êrîşên mijara gotinê de ne Hevseroka KCD’ê Aysel Tugluk ji serê xwe birîndar bûye û  bila ev baş bê zanîn ku, dê ev êrîş pêşî li têkoşîn azadiya ciwanên me yên welatparêz negire. Hemû rayagiştî, gelê me yê welatparêz divê li dijî van êrîşên faşîzan bê deng nemîne û li kolanan bertekên xwe nîşan bidin.