Esnafên Pirsûs: Em cejnê pîroz nakin

Esnafên Pirsûs: Em cejnê pîroz nakin

Esnafên Pirsûsê ji bo berxwedana Kobanê li ser camên dikanên xwe “Em cejnê pîroz nakin, li ber xwe bide Kobanê” nivîsandin.

Esnafên Pirsûsê jî ji bo bibin parçeyek ji berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê yên li Kobanê ji 15’ê Îlonê heta niha bi berxwedana xwe dîrokî dinivîsînîn li ser camên dikanên xwe "Cejna qurbanê pîroz nekin, ber xwe bide Kobanê” nivîsandin. Esnafê bi navê Zekî Şayli diyar kir ku ew ê cejnê pîroz nekin û 40 milyon Kurd bi gelê Kobanê re ye.