Erol Ekîcî: Ez di lîsta aqilmendan de tune me

Erol Ekîcî: Ez di lîsta aqilmendan de tune me

Navenda Giştî ya DÎSK Genel-Îş'ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Serokê Giştî yê DÎSK Genel-Îş'ê Erol Ekîcî yê navê wî di lîsteya "Aqilmendan" de derbas dibe di lîsteyê de cih nagire.

Navenda Giştî ya DÎSK Genel-Îş'ê têkildarî navê Serokê Giştî yê DÎSK Genel-Îş'ê Erol Ekîcî yê ku di lîsteya "Komîsyona Aqilmendan" de derbas dibe daxuyaniya nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku lîsteya ji aliyê Serokwezîr ve ji raya giştî hate aşkerakirin a ku navê Ekîcî jî di nav de heye, Ekîcî cih nagire û wiha got:

"Navê serokê me yê giştî Birêz Erol Ekîcî di nav lîsteya Aqilmendan a ji aliyê Serokwezîr ve hate aşkerekirin de derbas dibe. Navê serokê me yê giştî di komîsyona Egeyê di rêza 5'emîn de tê xuyakirin. Birêz Beşîr Atalay li serokê me yê giştî bi sifata Serokê Giştî yê DÎSK'ê geriya û serokê me yê giştî jî ji Birêz Atalay re got ew ji Serokatiya Giştî ya DÎSK'ê veqetiyaye û ew beralî Navenda Giştî ya DÎSK'ê kir. Ji ber vê yekê serokê me yê giştî di lîsteyê de cih nagire."